Li Qilabanê operasyon û veguhastina leşkerî
Li Qilabanê operasyon û veguhastina leşkerî
Li Qilabanê operasyon û veguhastina leşkerî
Artêşa Tirk li Qendîl, Xakurkê, Gare, Metîna û Heftanînê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi keşfê dike. Hat ragihandin ku artêşa Tirk li qadên Dera Hênê û girê Goşinê yê navçeya Şirnex Qilabanê bi helîkopterên Kobra derketiye operasyonekê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê liv û tevgera artêşa Tirk de daxuyaniyek da û got, "Di 3-4-5'ê Îlonê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li qadên Qendîl, Xakurkê, Gare, Metîna, Heftanîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, firiyane û keşif kirine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk li navçeya Şirnex Qilabanê jî dest bi operasyonê kiriye û hat gotin, "Ji 5'ê Îlonê û vir ve artêşa Tirk a dagirker, li gel keşif û helîkopterên Kobra li qadên Dera Hênê û Girê Goşinê derketiye operasyoneke dorfireh. Ev operasyon hînê dewam dike.
Ji 5'ê Îlonê û pê ve li qada Oremar a ser bi navçeya Colemêrg Geverê jî, artêşa TC a dagirker ketiye nava tevgerê. Her weha liv û tevgera tankan a li derdora Girê Şehîd Zinar jî dewam dike.
Ji 3'ê Îlonê û pê ve, artêşa Tirk hejmareke zêde leşker veguhastiye qereqola li gundê Axkif ê ser bi navçeya Bêdlis Hîzanê. Li vê herêmê amadekariya operasyonê tê kirin.
Di 5'ê Îlonê de jî, li derdora gundê Kina Sor ê ser bi navçeya Bêdlis Tetwanê jî, yekîneyeke kontra ya artêşa dagirker a TC di nava tevgerê de bû."