Li Qoserê banga beşdarbûna konsera piştgiriya bi Rojava re
Li Qoserê banga beşdarbûna konsera piştgiriya bi Rojava re
Li Qoserê banga beşdarbûna konsera piştgiriya bi Rojava re
Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel a Qoserê bang kir ku, her kes sibe beşdarî konsera ji bo piştgiriya bi Rojava re bibin. Di konsera ku ji aliyê Navenda Çandê a Şehîd Elî Temel ve tê organîze kirin ve dê ji Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel hunermend Ayfer Duztaş û Seyda Perinçek derkevin li ser dikê.
Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel a Qoserê bang li her kesê kir ku sibe beşdarî konsera piştgiriyê ya bi Rojava re bibin. Dê di konserê de wekîlên BDP’ê û serokên şaredariyan jî beşdar dibin. Ji Navenda Çandêya Şehîd Elî Temel a Qoserê hunermend Seyda Perinçek û Ayfer Duztaş jî der dikevin li ser dikê.
Dê hemû dahata konserê ji gelê Rojava re bişînin. Di daxuniya Navenda Çandê di derbarê konserê de hatî kirin de hat destnîşan kirin ku, Şoreş Rojavayê Kurdistanê şoreşa hemû gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd xwedî li vê şoreşê derbikeve û di nav piştgiriyê de be. Û wiha hat gotin: “Ji bo hûn jî bibin parçeyek ji vê piştgiriya Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel di 9’ê Kanûnê de di demjimêr 19:00’an de li Salona Biharê a Qoserê tê li darxistin. Li ser navê piştgiriya bi gelê Rojava re em hemû gelê xwe vedixwînin konserê.
Di konserê de Seyda Perînçek û Ayfer Duzdaş, koroya Çandê ya Şehîd Elî Temel, komên muzikê yên herêmî û koma govendê ya Feraşînê derdikevin ser dikê.