Li Qoserê bi deh hezaran kes di herike qada Newrozê

Li Qoserê bi deh hezaran kes di herike qada Newrozê

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran kes li 3 aliyan ve ber bi qada Newrozê ve diherike.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kesên li gund û navenda navçeyê hatin cem hev bi 3 aliyan de bi meşê ber bi qada Newrozê ve diherike. Welatî piştî li 3 nokteyên polîsan rastî lêgerînê hatin ketin qadê.

Polîsan xwest ku posterê li platformê hatî daliqandin a li ser nivîsa "Ji Ocalan re Azadî Çareseriya Demokratîk" heyî bînin xwarin û hişyariya heke poster neyîn xwarê girseyê hilnagirin qadê. Li ser vê yekê gel demekê li qadê hate sekinandin. Piştî hevdîtinên bêyî poster daxin gel hilgirtin qadê. Li ser platformê wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin a nivîsa "Soza we soza me ye" heye hatin daliqandin.

Girseya tevlî pîrozbahiyê dibe kincên gelerî li xwe kirin. Girseyê posterên ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan û Ferhat Kurtay vekirin û sloganên "Ocalan" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin qîr kirin.