Li Qoserê bi hezaran hêzên komploger protesto kirin

Li Qoserê bi hezaran hêzên komploger protesto kirin

Li navçeya Mêrdînê Qoserê dibin pêşengtiya BDP’ê û TUHAD-DER’ê komloya li himber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protesto kirin.

Li Qada Azadiyê girseya ku dinava wan de Serokê Şaredariyê Ferhan Turk, Serokê Rêxistina BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz, serokê Şaxê TUHAD-FED’ê Îsa Denlî, Serokê HDP Arif Turgay kombûn û berbi taxa Bahçelîevleyê ve meşiyan.

Girseyê pankarta "Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin", "Jı Reber Apo re Azadi ji Kurdistana re statu" û wêneyê Ocalan hilgirtin. Bi sloganên  ‘Bijî Serok Apo", "Bijî YPG", "Bijî Berxwedana Rojava" dest meşê kirin û heya goristana M.Halit Oralê ku xwe di 9’ê Cotmehê de şewîtandî ya li taxa Bahçelievlerê meşiyan.

Di dema meşê de kesên di şeneşînên malên xwe de bi tilîlî û çepikan piştgirî dan meşê.

Dema ku girse hat li ser Goristana Şehîdan deqeyekê rêzgirtin ji bo kesên di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane girtin. Piştî rêzgitinê Serokê Rêxistina BDP’ê Reşat Kaymaz axivitnek kir. Kaymaz bi gotina em komploya 9’ê  cotmehê şermezar dikîn dest pê kir û got: “ Komploya 9’ê Cotmehê bihevkariya  dewleta Tirk û hêzên navnetewî ve pêk hatiye.”

Kaymaz da diyar kirin ku gelê kurd bi têkoşîna xwe komploya 9’ê Cotmehê vele derxistiye.

Pişt re Serokê  Şaxê  TUHAD-FED’ê Adil Başaran mafê axivtinê girt û kesên bi slogana “Hun nikarin roja me tarî bikîn” çalekî li darxistîn birîn anî û got: “ Ev şehîdên me li dijî hêzên komloyê bi agir bûn çerber.”

Piştî axivtinan  li ser goristana M.Halit Oral dua hatin xwend. Ji aliyê girseyê ve jî meşa  "Çerxa şoreşê" hat gotin.

Çalakî bi slogana  "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.