Li Qoserê deh hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li Qoserê deh hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li Qoserê deh hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê zêdehî 40 hezaran kesan bi çoş Newroz pîroz kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku, gelê Kurd her tim ji aştiyê re amade ye.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê zêdehî 40 hezar kesan Newroz pîroz kirin. Welatiyên neketin qadê li derveyî qadê û li ser banên malan kombûn. Di qadê de girseyê bi sloganên qîr kirin daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Li qadê posterên Ocalan û alên PKK'ê û KCK'ê hatin vekirin. Li qadê ala PKK'ê ya ji 20 metreyan pêk tê hate gerandin. Li qadê pankarta "Bijî berxwadana YPG'ê" hate vekirin. Xwendekaran jî dibistan boykot kirin û tevlî pîrozbahiyê bûn. Dema polîsan xwest ku posterên Ocalan bên rakirin girseyê bi slogana "Ocalan" bersiva polîsan da. Piştî re peyama Ocalan ên berê yên Newrozê hate guhdarkirin. Li ser platformê Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Rûstem Cûdî hate vekirin û girseyê bi coş pêşwezî kir.
Komîteya Amadekar a Newrozê axaftina vekirinê kir û pişt re rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê Fettah Tekîn axaftinekî kin kir. Pişt re Şaredarê Qoserê Ferhan Turk axivî û diyar kir ku, 4 sal ber bi piştgiriya gelê Qoserê hatin ser kar û wiha got: "Lê hikûmeta AKP'ê li hemberî vê yekê bêtehmûl bû. Ji 29 endamên meclîsê 25 kes hatin girtin. Bi vê yekê xwestin şaredariyê nedin xebitandin." Turk xwest ku, Ocalan û hem û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Piştî axaftina Turk Koma Xwevn derket ser dikê û stran gotin. Pişt re peymên ji girtîgehan hatin hatin xwedin.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku dengê azadî û aştiyê li Qoserê bilind dibe û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo şerê bi salane berdewam dike bi dawî bike û xwînê bide rawestandin dixebite. Dema em berê xwe didin Rojava gelê Kurd ji bo azadiyê têkoşînê dide. Em li vir têkoşîna wan silav dikin. Gelê Kurd li pişt gelê Rojava ye. Em li vir bang li Erdogan dikin. Gelê Kurd ji bo aştiyê amade ye. Hûn amade nînin. Êdî hûn nikarin gelê Kurd bixapînin. Heke hûn li hemberî gavên kurdan samîm bin hûn jî gavan bavêjin. Êdî em dixwazin nîqaş û tevlîhevî ji holê rabikin. Ji ber vê yêkê gel vê Newrozê bi azadiya Birêz Ocalan û ji kurdan re statû pîroz dikin."
Piştî axaftina Turk agirê Newrozê Şaredarê Qoserê Ferhan Turk hilkir.
Pîrozbahî bi stranên Koma Laleş, hunermend Xeyrî û Serhado berdewam dike.