Li Qoserê ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan

Li Qoserê ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan

Şaxa TUHAD-DER’ a Qoserê ji bo girtiyên nexweş bên berdan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Komeleya bi Malbaten Girtiyan re Alîkarî û Piştevaniyê (TUHAD-DER) Şaxa Qoserê, ji bo girtiyên nexweş bên berdan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Têkildarî kampanyayê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Rêxistina Qoserê ya BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER û xizmên girtiyan amade bûn.

Serokê Şaxa TUHAD-DER a Qoserê Adil Başaran diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş ên her diçe rewşa wan a tenduristiyê xera dibe bi navê, "Tecrîd, sûcê mirovatiyê ye, ji bo girtiyên nexweş azadî" dest bi kampanyaya îmzeyan kirine.

Başaran axaftina xwe wiha domand: "Ji ber şert û mercên tecrîda giran a girtîgehên Tîpa F bi sedan girtî bi pirsgirêkên ciddî yên tenduristiyê re rû bi rû mane û rê li ber nexweşiyên cuda vekirine. Di roja me de girtîgehên Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî veguherîne çala mirinê. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan û federasyona me, li girtîgehên Tirkiyeyê ji sedî zêdetir li ber mirinê bi giştî 400 girtiyên nexweş hene."

Başaran anî ziman ku girtiyên nexweş ên anîne Girtîgeha Metrîs tevî ku rapora heyetê ya "nikarin di girtîgehê de bimînin" heye jî nayên tehliyekirin û divê hikûmet ji bo tavilê berdana wan girtiyan gavan biavêje.