Li Qoserê meşa ‘Ji Ocalan re azadî’

Li Qoserê meşa ‘Ji Ocalan re azadî’

Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Qoserê, bi şiyara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" bi hezaran kes li hev civiyan û meşek li darxistin.

Bi hezaran hemwelatî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Qoserê li hev civiyan bi şiyara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" meşek bi girseyî li darxistin. Girseya ku li Qada Azadiyê li hev civiyan bi Mala Gel a Şehdavut Yalçinkaya ku li Taxa Ersoyluyê ye ve meşiyan, panqarta "Ji Rêber Apo re azadî, li Kurdistaniyan re statû" alên konfederalîzmê yên mezin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin" berz kirin. Di meşa ku bi hezaran hemwelatî beşdar bûn de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn, Cigirên Şaredarê Qoserê, DOKH, KURDÎ-DER, MEYA-DER, TUHAD-DER, MADEY-DER, HDK, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên meclîsên bajêr û şaredariyê jî cih girtin.

'EV PAKÊTA REVÊ YE'

Gîrse piştî meşê bi sirûda "Çerxa şoreşê" re deqeyek rêzgirtin pêkanî. Piştra Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Fettah Tekîn, axaftinek kir û got: "Ev meşa me ji bo azadiya birêz Ocalan û Kurdistanê ye. Ocalan di Newrozê de manîfestoya azadî û demokratîk aşkere kir. Lê hikumeta AKP'ê bersivek nikaribû bide. Berovajiyê vê bi hezaran siyasetmedarên kurd xiste zindanan. Hûn çewa dizanin AKP pakêtêkî xapandinê aşkere kir. Partiya me ji vê re got 'pakêta revê'. Bila ev pakêt ji AKP'ê re pîroz be. Heta Serok Apo azad nebe em dê li kolanan bin."

Piştre Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û diyar kir ku ji Newrozê ve ji ber pêvçûnan tu windayiya can pêk nehatiye û mîmarê vê jî Abdullah Ocalan e.

Piştî axaftinan girse bi avêtina dirûşmeyan belav bû.