Li Qoserê sê mal şewitîn

Li Qoserê sê mal şewitîn

Li Taxa Koçhîsar a Qoserê ji ber pirsgirêka elektrîkê sê mal şewitîn.

Li Taxa Qoserê ya Mêrdînê sê malên malbata Akkaya bi temamî şewitîn. Di şewata ku ji ber pirsgirêka elektrîkê derket malên ku Kemal, Lokman û Ridvan Akkaya têde dijiyan bi temamî şewitîn. Ji ber ku îtfaiyeya Şaredariya Qoserê bi lez gihişt cihê bûyerê agir bê ku li malên derdorê belav bibe hat vemirandin.

Di bûyera şewatê de tu birîndarî û zerara can ku çênebû mal bi awayekî ku mirov nikare bi kar bîne şewitîn. Kemal Akkaya yê mala wî şewitî, dema got ku ew bi komkirina pembû debara malbata xwe dike, rondik ji çavên wî dibariyan. Kemal Akkaya yê xwedî 9 zarokan e got, "Nêzî cejnê bi 9 zarokên xwe re ez li kolanê mam.”