Li Qoserê tengezariya poster
Li Qoserê tengezariya poster
Li Qoserê tengezariya poster
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, beriya pîrozbahiya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, ji ber polîsan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada pîrozbahiyê rakir, tengezarî derket. Li ser nerazîbûna girseya gel, polîsan ji neçarî wêneyê Ocalan li gel vegerandin.
Beriya pîrozbahiya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, di navbera polîsan û girseya gel de tengezarî derket. Polîsan xwestin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Qada Azadiyê ya pîrozbahî lê were lidarxistin, rakin. Li ser vê yekê tengezarî derket. Nîqaşa navbera polîsên sivîl ên xwestin wêneyên Ocalan rakin û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn de di demeke kurt de mezin bû.
SEROKÊ RÊXISTINA BDP'Ê YA QOSERÊ TEKÎN, WÊNEYÊ OCALAN JI POLÎSAN STEND
Polîsan wêneyên Ocalan ji qadê rakirin û birin mala artêşê ya 100 metre dûrî qada pîrozbahiyê. Tekîn jî çû mala artêşê û ji bo wêneyan werbigire, bi polîsan re hevdîtin kir. Girseya gel jî li ser vê yekê ber bi mala artêşê ve herikî û li ser daxwaza Tekîn vegeriya Qada Azadiyê û li benda Tekîn ma.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn piştî demekê wêneyên Ocalan ji polîsan stend û anî Qada Azadiyê. Bi hatina Tekîn re tengezarî bi dawî bû.