Li qûntarên çiyayê Cûdî komuneke azad a Êzidiyan

Li qûntarên çiyayê Cûdî komuneke azad a Êzidiyan

Li qûntarên Çiyayê Cûdî, li kêleka Ava Masiyan a ku tê xwestin santrala termîk lê bê çêkirin ev der avahiya qereqoleke berê ye. Li leşkergehekê çi hebe, hemû hene. Mutbex, razanxane, qadên sporê, banyo û tiwalet...

Ev dîwarên ku ji demên şerê giran ê salên 90'î re şahidî kirine, bîra gelekî ya rastî îşkenceyê hat, hat kuştin, rastî gef û zextê hatiye, bi awayekî şênber vedişêrin.

Lê cudahiyeke xwe heye, ev der êdî leşkergehek nîne, qadeke azad a jiyanê ye...

Li vê qereqolê ku di her metrekareya wê de îşkenceya li Bîşeng Anik a 16 salî ku di sala 1992'an de li Şirnexê di dema OHAL'ê de leşkerên Tirk bi îşkenceya 10 rojan ew qetil kir, tîne bîra mirovan. Lê êdî ji vir dengê zarokan tê. Ji ber vê yekê navê Qada Jiyana Azad a Şehîd Bişeng li vê wargehê hatiye kirin. Şengaliyên ji destê zalimê roja îro DAIŞ'ê canê xwe rizgar kirine, li vir jiyaneke nû ava dikin.

"JI HEJMARA MIROVAN BÊTIR XWARIN TÊ ÇÊKIRIN"

Li Şirnex, Hezex, Cizîr, Silopî û du jê li navendê bi giştî 5 wargehên Êzidiyan hene. Rêveberiya van wargehan di destê xebatên DBP'ê, aktîvîstên DOKH'ê yanî di destê dilxwazan de ye.

Piraniya Şengaliyan jî hay jê heye ku ev kesên ji roja destpêkê ve alîkariyê didin wan wezîfedarên dewletê ne. Di dema sohbetê de Êzidiyek dipirse "Gelo derfetên dewleta Tirk ewqas bi tenê ye?", hevalekî jî wezîfedar bi axaftineke şermokî dibêje, "Dewletê ji bilî kevçî û çend firaxên xwarinê tiştek neda. Biborînin." 

Gelê Êzidî piştî ku bi rastiyê hesiya, hurmeteke mezin nîşanî dilxwazan da û hêviya wan a ji bo avakirina jiyaneke nû zêde bû.

Em diçin her cihê wargehê. Mutbex têra xwe paqij e. Li depoyan xwarin xweş hatiye bicihkirin. Em bi aşpêj Îbrahîm Ûsta re sohbet dikin:

-Hûn kîjan xwarinê çêdikin?

-Xwarina balîcan û girar. Şorbe jî nîsk e. Bi her xwarinê re em mast didin. Gelekî ji mast hez dikin. Ji xwe şifa ye, bila têra xwe bixwin.

-Xwarin têrê dike?

-Ji ber jî dimîne, her roj ji bo 300 kesên din xwarin dimîne. Ji bo yên bi şev birçî bibin û bên, em xwarinê zêde çêdikin.

-Ewqas malzeme ji ku tê?

-Gel, ji roja destpêkê ve li deh û bexçeyê xwe çi hebe kom dike û tîne. Gel sax be. Yek du malbatên rewşa wan a maddî baş, quşxane û ocax anîn. Şaredarî gelekî alîkariyê dike. Ji xwe ez jî aşpêjê avahiya Şaredariyê me. Ji ber ku ez li vir im niha aşpêj li Şaredariyê nîne. DBP bi hemû xebatkarên xwe re ev 15 roj in li wargehê radizê û radibe. Kes naçe mala xwe. Ji xwe em destpêkê vir ava bikin, ya din hêsan e...

KONSERA MORALÊ

Êvarê saet di 8'an de dema xwarin hat xwarin û çay hat vexwarin, bayê hênik ê Cûdî dawî li germa dijwar tîne. Muzîsyenên ciwan ên Navenda Çandê ya Cûdî, ji bo gelê Şengalê li qada wargehê amadekariya dayîna konsereke moralê dikin.

Ji bo jin û zarokên hînê di şoqa bûyeran de ne, dibe ku konserek ji bo wan bibe bêhnvedanek.

Koma muzîkê ya ku bi strana "Şerfedîne" dest bi konserê kir, di repertûara xwe de giranî daye awazên gelê Êzidî. Kêfxweşî û kenê zarokan ê piştî rojan, ji bo jinan dibe merhem.

Yek ji kêliyên herî bi coş ê konserê jî dengê bi sedan zarokên Êzidî bû ku bi dirûşma "Bijî Serok Apo" koma muzîkê kêliyekê rawestand...

Xebatkarên partî û şaredariyê yên ji doza KCK'ê 5 salan di girtîgehê de hatin ragirtin hînê berî du mehan azad bûn û ev meheke ji bo Şengaliyan dixebitin.

JI BO JINAN MEKÎNEYA DIRÛTINÊ HAT ANÎN

Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Zahîde ku li Şirnexê ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên şêwirmendiyê hat avakirin, ji roja destpêkê ve ji bo jinan seferber bûye. Di 10 rojên destpêkê yên hatina Şengaliyan de, deriyê komeleyê bi xwe jî venebûye. Her roj li weargehê ne û hevdîtin kirine.

Xebatkarên komeleyê Ayfer, Zeynep û Eda ku bi xwe kontrola tenduristiyê ya jinan dikin, bersivê didin pêwîstiyên alîkariya lezgîn a destpêkê, behsa karên ku heta niha kirine, dikin.

Binê nuqteyeke girîng xêz dikin. Jinên Şengalî bi zexta civakî mezin bûne û di nava çerxa sîstema serdest a mêr de jiyana xwe dewam kirine. Dema pêwîstiyên xwe yên herî lezgîn jî pênase dike fedî dikin û hewl didin bêyî ji hevserê xwe destûrê bigire, ji binê kon dernekeve derve.

Tevî ku hin jê dizanin ku Bakurê Kurdistanê ji aliyê têkoşîna jinên Kurd ve gavên girîng avêtiye, serîrakirina li zexta civakî hînê li nava gelê Şengalê derneketiye holê. Dibe ku bi vê koçberiya ji neçarî re şensê wan ê kûrbûna li ser hişmendiya jinê rû bide û vê yekê coşeke mezin daye her sê jinên xebatkarên Komeleya Jinê ya Zahîde.

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BANDORÊ LI JINAN DIKE

Hewîtî, zewaca bi zorê, zewaca di temenê zarokatiyê gelekî zêde tê dîtin. Di sohbetên xwe yên bi jinên li wargehê re em rastî diyalogên bi heman rengî hatibûn. Jinên ciwan dipirsin, "Malbata we destûrê dide we ku nîvê şevê hûn bên wargeha me?", çîrokek heye ku divê yek bi yek, hêdî hêdî bê vegotin, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd... Lê belê ji bo vê pêwîstî bi demê heye.

Xebatkarên Zahîde jî bi heman rengî difikirin. Destpêkê pêwîstiyên jiyanî, zivistan tê û şert û mercên jiyanê wê zehmet bibin. Gelek projeyên komeleyê hene, lê budçe kêm e. Ji me dixwazin ku em dengê wan bigihînin hemû parêzvanên mafên jinê, femînîstan.

Mekîneyên dirûtinê yên komeleyê jî anîne wargehê. Zeynep dibêje, "Jin wê karibin kincên xwe bi xwe bidirûn, di vî warî de jêhatî ne. Ji bo zivistanê qazaxan bidirûn. Pêwîstî bi ta, derzî û malzemeeyên dirûtinê heye."

Xebatkarên Zahîde dan xuyakirin ku ne tenê ev hunerên bi navê jinê re tên bilêvkirin, her wiha wan ji bo avakirina atolyeyên muzîk û wêneyan dest bi kar kirine û diyar kirin ku di rewşa heyî de ji aliyê teknîkî ve psîkologên karibin alîkariyê bidin pêvajoya tedawiyê nînin. Dibêjin, "Karê me yê sereke jî ew e ku bi van aktîvîteyan dil û hişê wan hinekî rehet bikin..." û destnîşan dikin ku pêwîstî bi alîkariya psîkolojîk heye. Gotina dawî dîsa Ayfer dibêje;

"Tişta herî girîng a niha pêwîstiya me pê heye, piştevaniya jinê ye. Me her tişt bi vê piştevaniyê çareser kir, em bawerin ku em ê niha heman tiştî bi jinên Êzidî re bikin!"

Cihê kêfxweşiyê ye ku mirov ciwanên bi çavekî dibiriqîne li hevalên tora voleybolê li navenda wargehê çêdikin dinêrin, bibînin.

Dema roj diçe ava, bi kêfxweşî bi voleybolê lîstin. Dibe ku ji dema avabûna wargehê û vir ve rojên xwe yên herî bedew derbas kirin.

"KURÊ MIN XWEST BIÇE, MIN JÊ RE NEGOT NEÇE"

Dayika Gewrê ku kurê wê yê ji komkujiya Şengalê re şahidî kir beriya çend rojan tevlî refên YBŞ'ê bû. Dayika Gewrê hînê negihaştiye 50 salî, li ber dîwarekî rûniştiye, li ciwanên bi voleybolê dilîzin temaşe dike. Her du keçên wê, timî li cem in.

"Kurê min xwest biçe, min jê re negot 'neçe'. Gerîla jiyana me rizgar kir. Li pişta wî barê mineta ji wan re hebû, min ew didît. Çû, ji bo pêşeroja gelê me çû."

Kurê Dayika Gewrê ne ciwanê bi tenê ye, bi dehan ciwan hene bi vî rengî hêrsa xwe tevlî têkoşînê kirine. Hebûna wan Pêşerojê diafirîne, dayikên wan jî hewl didin jiyaneke nû ji bo wan biafirînin...