Li Ranya Koma Akademiya Cegerxwîn hate astengkirin

Li Ranya Koma Akademiya Cegerxwîn hate astengkirin

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê, koma Akademiya Cegerxwîn a Amedê rastî astengiya hêzên ewlekariyê hat. Koma ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibû vexwendin, beşdarî festîvala çand û hunerê bû. Ji ber daxuyaniya xwe ya ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re, ji aliyê komîteya amdekar ve ji ser dikê hat daxistin.

Pêr li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di festîvala çand û hunerê ya Ranyayê de, ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ve hatibû organîze kirin, destûr ji koma Akademiya Cegerxwîn a Amedê nehat dayîn ku derkeve ser dikê û kom rastî êrîşê hat. Êrîş bi sedema ku komê dirûşmên der barê berxwedana gelê Rojava de li ser dikê avêtiye, hate kirin.

Ji bo şermezar kirina vê buyerê duh li wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) li ber derê konê ku ev çend rojin ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye vedan, daxuyaniyek li çapemeniyê hate li darxistin.

Di daxuyaniya de endamên Koma Akademiya Cegerxwîn a Amedê û endamên çand û hunera wargehê ji amade bûn. Li ser navê koma Cegerxwîn Îsmaîl Altûg û li ser navê koma çand û hunerê ya Mexmûr jî Besê Budak axivîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Îsmaîl Altûg got, “Em ji Amedê hatin ji bo beşdarî vê festîvalê bibin. Festîval du rojan berdewam kir. Roja yekê bi rengekî normal derbas bû. Lê roja duyem me daxuyaniyek xwend, piştî daxuyaniya me hate xwendin nêzîkatiyên wan li himberî me hatin guhertin û dema ku ji me re hatibû diyar kirin guherandin û em hêlan heya dawiyê. Piştî ku em derketin ser dikê me du lîstik leyîstin. Piştî wê mudaxeleyê me kirin û em ji ser dikê derxistin.”

Li ser navê navenda çand û hunerê ya wargehê jî Besê Budak daxuyanî xwend û got: “ Dema ku hevalên me yên ji Amedê derketin ser dikê komîteya amadekar xwe li wana ranegirt û êrîşê wan kirin. Em jî weke koma navenda Çand û hunera Mexmur me ew helwesta wan şermezar kir û dema derketinê ya koma me hat em jî derneketin ser dikê û me helwesta xwe li hemberî wan nîşan da.”

Piştî daxuyanî hate xwendin ji aliyê gelê ku li ber derê kon kom bibûn duruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “bijî Rêber Apo” hatin berz kirin û daxuyanî bi dawî bû.