Li Ranya qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî hat şermezar kirin
Li Ranya qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî hat şermezar kirin
Li Ranya qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî hat şermezar kirin
Li Ranyayê bi beşdarbûna sedan çalakvanên civakî, siyasetmedarên herêmê, qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî hat şermezar kirin.
Li Ranya duh di demjimêrên 15:00’an de li ber misgefta mezin ya bajêrê Ranyayê bi beşdar bûna sedan kesan li dijî qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî çalakiyek li darxistin. Di dema çalakiyê de sloganên wek “Em hemû di rêya azadiyê de şer dikin, ji teror kirinê re na.” û “ ji bêdengkirina dengê azadiyê re na, ji kuştina xelkê azad re na” avêtin û pankatên li ser “ terorkirina her dengê azadiyê, teror kirina hemû civakê ye” , “ Ta desteserkirina bi kujer desthiladar berpirsyare, teror peyamekî tirsonekane” vekirin. Çalakvan heya li ber parka bajar meşiyan û pişt re ji aliyê Şaswar Mamewe daxuyaniya çapeniyê hat xwendin.
Di daxuniyê de hat ragihadin ku, li Herêmê Başûrê Kurdistanê demeke kuştin û teror kirin pêşketiye û ev kiryarên kujerên wan ne diyar cihê gumana ne, yan kujerên wan diyarin, yan jî li Herêma Kurdistanê zagonekî baş nine, ev jî rê ji bo wan xweş dike da ku aştiya civakê xirab bikin û rêyê kuştin û terorê zêde bibe.
Pişte re peyamên Tevgera Hemwelatiyên Wehkev û Azad, Yeketiya Niştmaniya Kurdistanê, Partiya Şiûya Kurdistanê û çend rêxistinên din hat xwendin û di her peyamê de terorkirina Kawa Germiyanî hatibû şermezar kirin.