Li Ranyayê Gêrîla Destan bigirseyî hate defin kirin
Li Ranyayê Gêrîla Destan bigirseyî hate defin kirin
Li Ranyayê Gêrîla Destan bigirseyî hate defin kirin
Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Semîre Cehferî (Destan Bêrîtan) piştî ku ji morga nexweşxaneya Meletî hat wergirtin ji aliyê girseya gel ve li navçeya Ranya bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ hat definkirin.
Malbatê piştî 2 roj berê cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Semîre Cehferî (Destan Bêrîtan) ji Morga Nexweşxaneya Meletiyê wergirtin, anîn Ranyayê. Dema ku karwanê cenazeyê gêrîla ji Derîyê Sînorê Îbrahîm Xelîl ketin Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bi wesayîtên xwe tevlî Karwanê cenaze bûn. Dema karwanê gêrîla Destan li nav Dihok, Akrê Hecîava, Çarqurne û Ranya re derbaz bû, gelê van bajar û navçeyan karwana gêrîla Destan bi germî pêşwazî kir.
Gelê navçeya Ranya û bajarokên Çarqurne û Hecîava li sê rêyên Çarqurne bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdogan’ pêşwaziyek germ û bi heybet ji karwanê cenazeyê gêrîla Destan re kir û nêzî sed maşîn heta Gorîstana Şehîdan ya li navçeya Ranyayê tevlî karwanê gêrîla Destan Bêrîtan bûn. Piştî wecibeyên olî cenazeyê gêrîla Destan Bêrîtan bi sloganan li rex hevalên xwe hate definkirin.
Di merasima cenazeyê şervana azadiyê Destan Bêrîtan de gelek wêneyên mezin yên gêrîla Destan Bêrîtan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê, KCK’ê û PÇDK’ê hatin bilindkirin. Piştî definkirina cenazeyê gêrîla Destan çend daxuyanî û axaftinên nûnerên partiyên siyasî û malbata gêrîla Destan Bêritan hat kirin.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbata gêrîla Destan û tevayî gelê Kurd re hate xwestin. Di daxuyaniyê de bal kêşandin ser polîtîkaya Dewleta Tirkiyê û hikumeta AKP’ê ku ji aliyekê ve qala hevdîtinan dike ji aliyê din ve êrîşa dibe ser kurdan, dikuje û herî dawî jî gundên Başûrê Kurdistanê yên nav Herêmên Parastna Medya hatin bomberan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, êrîşên dewleta Tirk ne tenê li hember HPG’ê, li Rojavayê Kurdistanê ev sê roje li hember Serêkaniyê jî tê kirin. Di dawiyê de êrîşên bombeyî yên li Kerkûk û Duzxurmato pêkhatî hatin şermezar kirin û ji malbatên wan re sersaxi hate xwestin.
Piştre girseya gel bi sloganên ‘Şehîd Destan Namire’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ belav bû.