Li Rebîa emîrekî çeteyan hat kuştin
Li Rebîa emîrekî çeteyan hat kuştin
Li Rebîa emîrekî çeteyan hat kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê şer û pevçûnên li bajarokê Rebîa û bajarê Til Temir- Helebê di 18-19’ê Îlonê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DIAŞ’ê de aşkera kir. Di encama şer de emîrekê bi navê Ebu Davudî Tel Afer DIAŞ’ê jî di nav de 4 çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin rûxandin û cenazayê 4 çeteyên DIAŞ’ê tevî çekên wan hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê şer û pevçûnên li bajarokê Rebîa û bajarê Til Temir-Helebê di 18-19’ê Îlonê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DIAŞ’ê de aşkera kir. Li gorî malpera fermî ya YPG’ê bi nivîskî daye wiha ye:
“18’ê Îlonê seat 22.00'an de hêzên me li hember çeteyên DAIŞ’ê ya ku li dijî bajarokê Rebîa ya girêdayî bajarê Mûsil amadekariya êrîşê dikirin çalakiyek li dar xistin. Di çalakî de emîrek çeteyên DAIŞ’ê ya berpirsiyarê qadê bi navê Ebu Davudî Tel Afer hat kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Her wiha 19’ê Îlonê seat 18.00'an de li hember çeteyên DAIŞ’ê di navbera gundên Mahmudiye û Çil Berat a girêdayî bajarokê Rebîa ya Mûsilê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de wesayîtek çeteyan tevî çeteyên di nav de hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
19’ê Îlonê seat 10.15'an de hêzên me çalakiyek li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewldan êrîşê benda kontrolê ya li ser rêya Til Temir-Helebê kirin. Ji ber hêzên me zû mudexelê kirin wesayîtek ku çete di nav de bûn hat rûxandin. 2 çete tevî çekên xwe bi mirî hatin destxistin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê di der barê çalakiya hêzên me ya 4 gund û 3 mezrayên li segoşeya Qamişlo, Tirbespiyê ve Til Hemisê hatibûn rizgarkirin,18 çete hatibû kuştin daxuyaniyek da. Hêzên me duh agahî bi raya giştî re parvekiri bû. Li gor agahiyên hêzên me ragihandin di vê çalakî de 2 cenazeyê çeteyan tevî çekên wan ketine destê hêzen me.
Di çalakî de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete. Di demek kurt de nasnameya hevalên me ye şehîd bi raya giştî re were parvekirin.”