Li Rebîayê pevçûn

Li Rebîayê pevçûn

Çeteyên DAIŞ’ê xwestin li dijî hêzên YPG’ê çalakiya întîharîli dar bixin. Hêzên YPG’ê bi êrîşê hesiyan û asteng kirin.

Hate ragihandin ku îro saet di 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi 2 wesayitên bombebarkirî ku ji aliyê bajarê Mûsilê ve dihatin, hewl dan êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê li bajaroka Rebîa bikin. Herdu tirimpêl beriya ku bigihêjin bajarok ji aliyê şervanên YPG’ê ve hedef hatin girtin. Di encamê de şervanan YPG’ê her du wesayît teqandin.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş dikin û pevçûn berdewam in.