Li Reimsê civîna gel
Li Reimsê civîna gel
Li Reimsê civîna gel
Li bajarê Fransa Reimsê, bi beşdariya Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal civîneke gel hat lidarxistin.
Di civîna bi beşdariya 200 kesî de Kartal diyar kir ku "Bihara Ereb" ji gelên Rojhilata Navîn re azadî neaniye û destnîşan kir ku xeta sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi şoreşa li Rojava bi encam bibe. Kartal diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo hemû bawerî û nasnameyên bindest bûye hêvî û anî ziman ku bi piştgiriya Tirkiye, Erebîstana Siûdî û hin welatên Ewropayê re komên çete hewl didin vê şoreşê têk bibin.
Kartal di dewama axaftina xwe de ragihand ku yên li Rojava êrîşî Kurdan dikin dê têk biçin û destnîşan kir ku divê gumana kesî di vî warî de tinebe. Kartal got, "Kurdên li dîasporayê xwedî wê erk û wezîfeyê ne ku şoreşa Rojava hewceyî tu kesî nekin."
Civîna gel, bi pirsên li ser pêvajoyê û bersivdayînê bi dawî bû.