Li Reqayê pevçûn: Çeteyan 350 kurd revandin

Li Reqayê pevçûn: Çeteyan 350 kurd revandin

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra êrîşî taxên kurdan ên li Reqayê kirin û di encama bersivdayîna şervanên Eniya El-Ekrad de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 10 çete hatin kuştin û 4 şervanên Eniya El-Ekrad jiyan xwe jidest dan. Çeteyên El-Nusra 350 kurdên Sivîl ji Reqayê revandine.

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Reqayê hatine bidestxistin di encama pevçûnên ku duh piştî êrîşên çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nusra yên li taxên kurdan qewimîbûn herî kêm 10 êrîşkar hatin kuştin û 4 şervanên Eniya El-Ekrad jî jiyana xwe jidest dane. 

Hate gotin ku duh di saetên şevê de çeteyên ji ber berxwedana şervanên Eniya El-Ekrad şikestin û nekarîn bikevin taxên kurdan bi hawanan taxên kurdan û bi taybet taxa Methenbê topbaran kirin. Hate ragihandin ku îro di saetên sibê de li Reqayê bê dengî heye, lê li derdorê alozî hîn dewam dike. 

Li aliyê din hate gotin ku hejmara kurdên ku ji taxên Mehetê û bakurê Sikê yên Reqayê ji aliyê çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/eniya  El-Nusra hatine revandin derketiye 350’î kesî û heta niha derbarê rewşa wan de tu agahî ne hatine bidestxistin. Her wiha çeteyên El-Nusra derdora taxên kurdan dorpêçkirine û zextê li kurdan dikin û rê nadin welatiyên kurd ku ji bajêr derbikevin. Kurdên herêmê li ser nasnameya xwe ji aliyê komên çete ve tên revandin.

Bajêr Reqayê ku ji aliyê rêjîma Baas radestî Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra hate kirin û li aliyê din jî Firqeya 17 a Artêşa Sûriyê derdora çen kîlomitran ji bajêr hên di destê Rêjîmê de ye.