Li Rewandizê buroya PÇDK’ê hat vekirin

Li Rewandizê buroya PÇDK’ê hat vekirin

Li herêma Soran navçeya Rewandizê buroya Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK’ê bi merasîmekê hat vekirin. Buro bi tevlibûna namzeta PÇDK’ê ya Rewandizê ya hejmara 13’an Perwîn Hesen û namzetê Diyana yê jimara 32’an Mamosta Berzan Mihemed Heme Xidir hate vekirin.

Duh li herêma Soran navçeya Rewandiz bi merasîmekê buroya PÇDK’ê ya hejmar 113’an hat vekirin. Piştî deqek rêzgiritinê buro bi xwendina sirûda Ey Reqîb û diruşma “bijî Rêber Apo” hat vekirin. Piştre namzeta PÇDK’ê a herêmê Perwîn Hesen derkete pêş gel û wiha got: “ Me xwe amade kiriye ku bi pilan û projeyên nû derbazî nav parlementoyê bibîn. Weke ku em hemû dizanîn Parlementoya Hikûmeta Herêmê di bin hinek siyasetên desthilat daye. Wê bi derbazbûna me ya nav parlementoyê siyaseta demokratîk bê danîn.”

Piştre jî namzetê herêma Diyana mamosta Berzan Mihemed Heme Xidir derket pêş gel û wiha got: “Em dê bi hêz û keda we derbazî nava parlemenê bibîn. Her çendî ku li pêşiya me zorî û zehmetî jî hebin lê dîsan em dê bi hêza gel û dengê gel derbazî nava parlemenê bibîn. Ji ber em hêviya we dibin nava parlemenê û hêviya we jî bi dengê we heye.”

Pişter jî helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê mam Ridwan derkete pêş gel û helbesta xwe ya ku li ser namzetên PÇDK’ê çêkirî xwend.

Merasîm bi dûrişmên “bijî Rêber Apo” û “ bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Piştî merasîm xilas bû girsê ji cihê buroyê bi konvoyekê di nava Rewandiz de geriyan. Konvoy heya Diyana bi dûruşme, tilîlî û hildana alên PÇDK’ê di nava çarşiya Diyana de geriyan.