Li rexmî agirbestê bombebaran, keşif û operasyon didomin
Li rexmî agirbestê bombebaran, keşif û operasyon didomin
Li rexmî agirbestê bombebaran, keşif û operasyon didomin
HPG agirbest ku ji meha Nîsanê ve îlan kirî, pêktîne lê liv û tevgerên leşkerî ên artêşa Tirk li Kurdistanê bilez didomin. Li gorî agahiyên ku HPG’ê dane; Şirnex û Zap bibombeyên hawanê hatin bombebaran kirin. Operasyona ku 4 roj berê li Şemzînanê hatiye destpê kirin didome. Her wiha li Bakûr û li ser herêmên Parastina Medyayê keşif zêde dibin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê têkildarî liv û tevgera leşkerî ya di rojên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ragihandin ku, herêmên Şirnex, Kato, Elkê û herêma Zap ya ser bi Herêmên Parastina Medyayê ve bi obîs û hawana hatine bombebaran kirin.
HPG-NÇR aşkera kir ku, operasyona 14’ê Îlonê li derdora Qereqola Efeler ya ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve hatibû destpê kirin berfireh dibe û didome, her wiha têkildarî faliyetên keşif û kemînan jî agahî dan.
Li gorî daxuyaniyê li Gabarê balefirên keşfê pir difirin, her wiha li bejahiya navçeya Kerborana Mêrdînê jî sê roje kemîn têne danîn.
Daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê wiha ye:
“-18’ê Îlonê (îro) di demjimêrên sibehê 06:00’an de artêşa Tirk herêma Elkê, Kato ên ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve dane ber obîs û hawana. Bombebaran hêjan didome.
-17’ê Îlonê di demjimêr 14:00-16.00’an de artêşa Tirk ya dagirker herêmên Kanî Cennetê, Girê Guvenlikê û herêma Zap ya girêdayî Herêma Parastina Medyayê bi obîs û hawana bombe baran kir.
-17’ê Îlonê di navbera demjimêrên 03.00-04.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker li ser herêmên Xakurkê re firiyane.
-16-17’ê Îlonê balefirên keşfê ên artêşa Tirk ya dagirker pir li ser devera Gabar ya Şirnexê geriya ne.
-15’ê Îlonê ve artêşa Tirk ya dagirker li gundên Baskir û Dêywan ên ser bi navçeya Kerborana Mêrdînê ve kemînan didane. Weke din jî artêşa Tirk ya dagirker hewil dide li van deveran daran bibire.
-14’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker li derdora qereqola Efeler ya ser bi Museka ya navçeya Şemzînana Colemêrgê operasyon daye destpêkirin. Ev operasyon heya Adilbeg û qontarên Girê Ronahî hatiye berfireh kirin.”