Li rexmî hewaya sar Dayîkên Şemiyê aqûbeta windayan pirsîn
Li rexmî hewaya sar Dayîkên Şemiyê aqûbeta windayan pirsîn
Li rexmî hewaya sar Dayîkên Şemiyê aqûbeta windayan pirsîn
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka windabûna Mehmet Îlbasan ya di sala 1993'yan de pêk hat vegot.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li ber dibistana Amadeyî yaa Cizîrê li dar xist. Ligel hewayê sar û serma xizmên windayan hatin cem hev û aqubeta windayan pirsîn. Malbata wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Cizîrê, MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê jî piştgirî dan xizmên windayan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Îlbasan ên ku di sala 1993'yan de hate windakirin hate vegotin.
Hevjîna Îlbasan Kadriye Îlbasan diyar kir ku, hevjînê wê bazirganiya sewalan dikir û wiha got: "Di sala 1993'an de hevjînê min bazirganiya sewalan dikir. Pereyê wî li cem kesê bi navê Mehmet Tadîk hebû. Tadîk ji bo deynê hevjînê min nede hevjînê min bi Sercerdevan Kamîl Atak da kuştin. Hevjînê min ji gundê Deşta Darê ji bo deynê xwe bigire hate Cizîrê û ji wê rojê heta niha me tu agahî jî wî negirtin."
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.