Li Rezanê ji bo girtiyên nexweş stanta îmzeyan

Li Rezanê ji bo girtiyên nexweş stanta îmzeyan

Diyar TUHAD-DER'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Dortyola Navçeya Rezan a Amedê stanta îmzeyan vekir. Di vekirina stantê de endama Diyar TUHAD-DER'ê daxuyanî xwend û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê tu gavên çareseriyê neavêtiye û pêvajoya aştiyê aloz dike.

Di pêşengiya Diyar TUHAD-DER û TUHAD-FED'ê de bi dirûşmeya "Ji bo azadiya girtiyên nexweş tu jî îmzeyekê biavêje" li Çariyana Rezan a Amedê stanta îmzeyan hat vekirin. Li derdora stantê pankartên "Ji tecrîdê re na, ji girtiyên nexweş re azadî" û "Ji bo azadiya girtiyên nexweş tu jî îmzeyekê biavêje" hat vekirin.

Pişti stant hat vekirin Rêveberê DIYAR TUHAD-DER'ê Cahîd Demîrkiran daxuyanî da û diyar kir ku, niha li Girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 500 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Ji van girtiyan zêdetirî 150 girtiyên nexweş rewşa wan pir giran in. Hikûmeta AKP'ê di "Pakêta Demokratîkbûnê" de derbarê girtiyên nexweş te tu biryar negirtin û gav neavêtin. AKP naxwaze aştî pêş bikeve. Niha li gel raporên girtiyên bi navê Ergin Aktaş û Ramazan Ozalp ên saziya Tipa Edlî hêj girtî ne û serbest nayên berdan. Girtina girtiyên nexweş gefa herî mezin e ji bo tenduristiya wan. Em dixwazin demek berî demekê heyetek serbixwe bê avakirin û ji bo girtiyên nexweş lêkolîn bike û girtiyên nexweş bi lezgîn serbest bên berdan. "

Demîrkiran, bang li hemû gelê Amedê kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyayê. Demîrkiran da zanîn ku, piştî ew îmzeyan kom bikin dê ji Serok Komar, Serokê Meclisa Tirkiyeyê û Wezîrê Darê re bişînin. Rêveberên BDP, MEYA-DER, 78, KURDÎ-DER'ê jî tevlî kampanyayê bûn piştgiriya xwe anîn ziman.