Li Riha û Aydinê banga tevlêbûna çalakiyê
Li Riha û Aydinê banga tevlêbûna çalakiyê
Li Riha û Aydinê banga tevlêbûna çalakiyê
Rêxistinên BDP'ê yên Aydin û Rihayê ji bo kuştina 2 welatiyên li Geverê hatin qetilkirin şermezar bikin banga tevlîbûna çalakiyê kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê û Rêxistina BDP'ê ya Aydinê ji bo kuştina Mehmet Reşît Îşbîlen û biraziyê wî Veysel Îşbîlen ku duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin şermezar bikin dê sibê çalakiyan pêk bînin. Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, bang li her kesî kir û xwest tevlî çalakiya wan a sibê saet di 12.00'an de li qada Topçu pêk bê bibin kir. Li Aydinê jî Endama Meclisa Ciwanên BDP'ê Fatma Obay, li avahiya BDP'ê daxuyani da û xwest her kes sibê saet di 12.00'an de li Kolana Sevgî tev li daxuyaniyê bibin.