Li Riha û Dîlokê qeza: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Riha û Dîlokê qeza: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Riha û Dîlokê qeza: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Riha û Dîlokê di encama qezayên trafîkê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajaroka Girherînê ya Mêrdînê jî yek ji birîndarên qezaya 9'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan derket 5'an.
Di kîlometreya 15. a rêya bejahî ya Riha-Dîlokê de, mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn. Di qezayê de li gorî aghiyên destpêkê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Qezaya duyemîn jî, li ser rêya bejahî ya navbera Dîlok-Nîzîpê de rû da. Di bûyera li vê derê de tankerek û mînîbusek li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
DI QEZAYA LI MÊRDÎNÊ DE HEJMARA MIRIYAN DERKET 5'AN
Li Mêrdînê jî, yek ji birîndarên qezaya roja 9'ê Cotmehê ya li bajarokê Girherînê jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan derket 5'an.
Li bajaroka Girherînê ya Mêrdînê qezeya trafikê pêk hatibû û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
15 kes jî birîndar bibûn.
Ji 15 kesên di qezayê de birîndar bibûn Buşra Înan a 15 salî jiyana xwe ji dest da.