Li Riha û Êlihê cejna xemdar
Li Riha û Êlihê cejna xemdar
Li Riha û Êlihê cejna xemdar
Li Riha û Êlihê, BDP'yî û gel di merasîmên pîrozbahiya cejnê de hatin cem. Di merasîma li Rihayê deParlamenter Îbrahîm Bînîcî axivî û destnîşan kir ku divê li hember komkujiya li Rojava bê rawestîn.
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê, bi wesîleya Cejna Remezanê li avahiya partiyê merasîma cejnê organîze kir. Girseya gel a ji bo cejnê hatin avahiya partiyê, ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Hevserokên Partiyê Halît Yildiztekîn û Leyla Akça ve hatin pêşwazîkirin.
Heyeta ku li vê derê hat amadekirin, çû serdana malbatên têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Hedle Ogûr a beşdarî merasîma li avahiya bajêr bû, da xuyakirin ku ji ber komkujiya li Rojava li dijî Kurdan tê kirin ew cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin. Eyyup Karadag jî diyar kir ku ji bo cejn bi kêfxweşî were pîrozkirin, divê xwîna li Rojava dirije raweste.
Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî da xuyakirin ku ne rast e di demeke ku li Rojava jin û zarok tên kuştin de cejn were pîrozkirin û got, "Divê li dijî komkujiya li Rojava bê rawestîn. Naxwe Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê jî di bin xeteriya komkujiyan de ne."
Li Êlihê jî Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, li Bexçeyê Çay ê Şaredariyê serdanên welatiyan ên cejnê pêşwazî kir. Di serdanan de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, Cîgirê Şaredar Serhat Temel û gelek partiyî û gel amade bûn.