Li Rihayê goreke komî hat dîtin

Li Rihayê goreke komî hat dîtin

Li Navçeya Sîwerekê ya Rihayê di kolandina înşaetê ya Baxçeyê Ayvanatê ku di bin kontrola cerdevanan de ye hestiyê nêzî 30 mirovan hat dîtin. Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê diyar kir ku ew difikirin hestî aydî mirovên ku di salên 90'an de hatine revandin û kuştin be û ji bo lêpirsînê serî li Dozgeriya Komarê ya Rihayê da. 

Li gorî nûçeya DÎHA'yê li Baxçeyê Ayvanat ê Navçeya Sîwerekê ya Rihayê di kolandina înşaetekê de hestiyê nêzî 30 mirovan hatin dîtin. Li herêma ku di sala 1990'an de wekî qada seyrangehê dihat bikar anîn û di bin kontrola cerdevanan de ye, hestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî hestî hatin dîtin Dozgerê Komarê yê Sêweregê yekîneyên Saziya Tipa Edlî şandin cihê kolandinê. Welatiyekî diyar kir ku kolandina li herêmê, di encama serlêdana malbata ku di salên 1990'an de kurê wan hat revandin û windakirin dest pê kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu, diyar kir ku wan di lêkolîn û çavdêriyê de dît ku guman dikin hestî yên aydî kesên di salên 1990'an de hatine revandin û windakirin. 

'HESTÎ DIŞIBIN ÊN SALÊN 1990'AN'

Babaoglu da zanîn ku piştî lêkolînê serî li dozgeriya komarê dan û di serlêdana dozgeriyê de diyar kirin ku ew bawer dikin ku hestî yên kesên di salên 1990'an de hatine windakirin in. Babaoglu, destnîşan kir ku wan ji dozger xwestiye ku ji bo testa DNA'yê dikarin mînakên xwînê jî bistînin û wiha got: "Me hestî lêkolîn kir û em bawer dikin ku hestî yên aydî salên 1990'an in. Me berê hestiyên ku li Wêranşarê derketin holê jî lekolîn kir. Lêkolîna me ya der barê hestiyên Wêranşarê de rast derketibû. Hestî hêj taze û hişk in. Em bawar dikin ku hestî aydî 16 û 20 sal berê ne." 

Babaoglu, anî ziman ku ew dixwazin dozger van buyerên tarî ronî bike û ji bo ronîkirina bûyerê êdî delîl jî di destê wan de hene. Babaoglu, da zanîn ku li herêma ku hestî lê hat dîtin herêma Golijlarê ku cerdevan serdest in ji tirsan kes newêrîbû biçe wê herêmê. Babaoglu, xwest dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev û dawî li vê êşê bîne.