Li Rihayê li dijî jinan astengiya polîsan!

Li Rihayê li dijî jinan astengiya polîsan!

Jinên Rihayî yên xwestin ji bo piştgiriya bi Rojava re meşê lidar bixin, rastî astengiya polîsan hatin.

Jinên dixwestin beşdarî meşa "Piştgiriya ji Rojava re" bibin a di pêşengiya Meclîsa Jinan a BDP'ê de ji Qada Topçular heta Navenda Kargeha Ahmet Bahçivan bibe, rastî astengiya polîsan hatin. Wesayîtên ku bi mebesta meşê ketibûn rê li derketina Wêranşar û û Serêkaniyê di nuqteyên kontrolê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û bi hincetên cuda cezayên pereyan li wan hat birîn. Hemwelatî jî bi saetan hatin rawestandin

Serokê Rêxistina Sêrekaniyê yê BDP'ê Hiznî Kilinç da xuyakirin ku bi sedemên vala wesayîtên wan hatin rawestandin û cezayên pereyan li wan hatine birîn. Hat ragihandin ku heman pêkanîn li derketina Wêranşarê jî rû daye.