Li Rihayê tanqa sotemeniyê teqiya: 2 kes mirin
Li Rihayê tanqa sotemeniyê teqiya: 2 kes mirin
Li Rihayê tanqa sotemeniyê teqiya: 2 kes mirin
Li Bajaroka Ugurlu li hewşa malekê tanga sotemeniyê teqiya û di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.
Şevê din li Bajaroka Ugurlu li hewşa malekê dema xeta ceyranê dihat kişandin, tanga sotemeniyê teqiya û di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê 7 ambûlans hatin cihê bûyerê. Di teqînê de birayên hev Îsmaîl (16) û Ehmed Bozkurt (17) jiyana xwe ji dest dan û Enes Bozkurt (2), Yunus Bozkurt (3), Hasan Bozkurt (89), Halil Taş (20) û Orhan Dag (25) birîndar bûn.