Li Rimêlan Akademiya Asayîşê ya herêma Cizîrê hate vekirin
Li Rimêlan Akademiya Asayîşê ya herêma Cizîrê hate vekirin
Li Rimêlan Akademiya Asayîşê ya herêma Cizîrê hate vekirin
Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajaroka Rimêlan Akademiyan Navendî ya Herêma Cizîrê vekir.
Di merasîma vekirina akademiyê de ji bilî rayedarên asayîşê 60 endamên asayîşê ku sedî 40 ji wan jin bûn amade bûn. Rêveberê Akademiyê Rênas Kurdaxî di merasîmê de axivî û bal kişand ser rola hêzên asayîşê ya di parastina bajaran de.
Bi vekirina navendê re, dewreya yekemîn a perwerdeyê jî destpê kir. Taybetiya dewreyê ya ji dewreyên berê jî ewe ku ji hemû bajarên Cizîrê û beşên civakê yên cuda gelek kes tevlî bûne. Şagirtên tevlî perwerdeyê bûne jî keyfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ewê ji bo parastina herêmê kar bikin.
Perwerdeya akademiyê wê 20 rojan dom bike.