Li Rimêlan jiyan bi bayê azadiyê berdewam dike
Li Rimêlan jiyan bi bayê azadiyê berdewam dike
Li Rimêlan jiyan bi bayê azadiyê berdewam dike
Li Bajarokê Rimêlan di roja yekem a azadiya bajêr de saziyên xizmet û karmendên şîrketa neftê ya bajêr bi keyfxweşî çûn ser karên xwe û jiyan bi awayek asayî dewam kir.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beriya 2 rojan piraniya bajarokê Rimêlan ji bermahiyên Rêjîma Baas rizgar kir. Herî dawî Hêzên rejîma Bass yên di avahiyên ewlekariya siyasî, ewlekariya leşkerî û tabûra Hecana de bicî bibûn, ji aliyê şervanên YPG'ê hatibûn dorpêç kirin. Duh di saetên êvarê de leşkerên Sûriyeyê yên di van navenda de xwe radestî YPG'ê kirin û Rimêlan bi temamî ji bermahiyên Rêjîma Baas hate rizgarkirin.
Bajarokê Rimêlan di roja yekem a azadiya bajêr de saziyên xizmet û hemû karmendên şîrketa neftê ya bajêr bi keyfxweşî çûn ser karên xwe û jiyan bi awayek asayî dewam kir.
Bajarokê Rimêlan bi petrola xwe tê nasîn û ji her devera Sûriyeyê karmend di şîrketa neftê de kar dikin, karmendên ku di şîrketa Rimêlan de kar dikin bi malbatên re li Rimêlan dimînin.
komîteya têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca avakirina meclîsa sivîl a hevbeş ji bo rêveberiya Rimêlan bi hemû pêkhateyên bajêr re hevdîtin çêkirin.