Li Rimêlan salvegera PYD’ê hat pîroz kirin
Li Rimêlan salvegera PYD’ê hat pîroz kirin
Li Rimêlan salvegera PYD’ê hat pîroz kirin
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 10. salvebera damezirandina xwe li bajaroka Rimêlan civîna gel li dar xist.
Civîn bi beşdariya sedan şêniyên herêmê yên Kurd, Ereb û Xiristiyan bi deqekê rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîna Osê axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojava.
Têkildarî xebatên PYD’ê jî Osê destnîşan kir ku partiya wan ji destpêkê heta niha ji bo bidestxistina îradeya azad a gelê kurd kar û xebatê dike û heta dawiyê xebatên xwe bidomîne.
Di dawiya civînê de koma Serhehed şanoyeke bêdeng bi navê Ebû Denga peşkêşkir.