Li Rimêlan xwendekaran Rûstem Cûdî bibîr anî
Li Rimêlan xwendekaran Rûstem Cûdî bibîr anî
Li Rimêlan xwendekaran Rûstem Cûdî bibîr anî
Konfederesyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li Rimêlan bi boneya bîranîna endamê Rêveberiya KCK’ê Rûstem Cûdî semînerek lidar xist.
Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Dîkran bi beşdariya dehan kesî hate lidarxistin. Semîner bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Endamê Saziya Fikir û Ramên a Nûrî Dêrsim Murad Murad li ser xebat û berxwedana Rûstem Cûdî axivî.
Murad da zanîn ku, Cûdî pir ji xaknîgariya Kurdistanê û çanda Kurdî hez dikir û pir li ser dîrok û coxrafyaya Rojhilata Navîn û Kurdistanê lêkolîn dikir. Murad da zanîn ku, Rûstem Cûdî di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de bi qehremanî kar dikir û gelek kadroyên tevgerê perwerde kirine.
Di dawiya semînerê de jî 40 bawernameyên tenduristiyê li kesên ku tevlî perwerdeyê bibûn, hatin belavkirin.