Li Roboskî aloziya xetere!

Li Roboskî aloziya xetere!

Ji ber ku leşkeran hemwelatiyên bazirganiya ser sînor dikin gulebarandin, gundiyên Roboskî nerazîbûn nîşanî leşkeran dan, camên maşîneyên leşkeran şikandin, lastîkên tekelên maşîneyan teqandin û alozî hate derengiya şevê dewam kir. 

Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê gundiyên ku ji bo bazirganiya ser sînor derbasî Herêma Federal a Kurdistan bûn, di vegerê de li devera ku jê re tê gotin, Koruçale, ji aliyê leşkeran ve hatibûn rawestandin. Gundiyên ku leşkeran dixwestin dest deynin ser alavên wan careke din vegeriyan Herêma Federala Kurdistanê. Alavên xwe li wir hiştin û vegeriyan. Di rêya vegerê de dema ji leşkerên ku xwestin wan binçav bikin reviyan, rastî gulebarana leşkeran hatin. Li ser vê yekê gundiyên Roboskî yên dengên guleyan bihîstin tevî zarok û jinan çûn cihê bûyerê.

Welatiyan nerazîbûn nîşanî gulebarandina zarokên xwe da û di navbera wan û leşkeran de aloziyê rû da. Welatiyên ku li hemberî gulebarandinê hêrs bûn camên maşîneyên leşkeran şikandin û tekelên maşîneyan teqandin. Bi bihîstina bûyerê re Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ferhat Encu û Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ve çûn cihê ku aloziyê rû da. Piştî bûyerên ku heta derengiya şevê dewam kirin, jin û ciwanên ku vegeriyan gund di destê wan de dar, ligel nîşaneya serketinê dirûşmayên "Bijî Serok Apo" berz kirin.