Li Roboskî bîranîna 1000 rojî
Li Roboskî bîranîna 1000 rojî
Li Roboskî bîranîna 1000 rojî
Malbatên Roboskî ku li ser komkujiya Roboskî re 1000 roj derbas bû xwestin li ber kevirê sînor ê hejmar 15 bîranînekê li dar bixin. Malbat tevî astengiya leşkeran gihiştin herêmê û bîranîn li dar xistin. Bêrîvan Encu ya li ser navê malbatan axivî got ku wê li cihê komkujî lê çêbûye bîrdariyekê çêbikin.
Li ser komkujiya Roboskî ya di encama bombebarana balafirên şer ên Tirk de pêk hat 1000 roj derbas bûn. Malbatên Roboskî ji bo li qada komkujî lê pêk hatiye qerenfîlan û bi awayekî sembolîk kêla gorê deyin. Li zazonên Şirît ji wesayîtên xwe daketin û dest bi meşê kirin.
Di meşê de Serokwekîlê Şaredariya Qilabanê Şivan Paksoy, aktîvîstên Aştiyê Îbrahîm Yaylayi û Meral Geylanî yên li Roboskî dijîn û rêveberên DBP’yî jî ku di meşê de amade bûn wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
Girseya ku dest bi meşê kir li Zozanên Şîrît rastî êrîşa bi bombeyên gaze yên leşkeran hatin.
Ji ber bombeyên gazê gelek mirov bandor bûn. Malbat û ciwan derketin girên hê jortir û bi keviran bersiv dan leşkeran. Li ser vê yekê ku leşkeran cihê xwe terk kirin ciwan li cihên leşkeran bi cih bûn.
Jinan bi dirûşmayên “Bijî berxwedana Roboskî”, “Wê dewleta qatil hesab bide”, “PKK gel e, gel li vir e” piştgirî dan ciwanan. Di navbera ciwan û leşkeran de dema pevçûn dewam kirin, ji ber bombeyên gaze li herêmê şewat derket.
Welatiyan bi derfetên xwe şewat vemirandin.
Malbatên Roboskî tevî êrîşan û bi saetan ku bi leşkeran re pev çûn, xwe gihandin kevirê sînor ê hejmar 15 û li vir li ser nave malbatan Bêrîvan Encu daxuyanî da. Encu got ku ji bo negihêjin herêma komkujiyê “herêma ewlekariya demkî” hatiye avakirin û wiha dewam kir: “Bi sekneke bi biryar me canê xwe avêt talûkeyê û di herêma mayînkirî de em gihiştin qada ku komkujî lê pêk hatiye.” Encu da xuyakirin ku wê li cihê komkujî lê pêk hatiye bîrdariyekê çêbikin.
Encu her wiha diyar kir ku ji bo kesên sûcê şer û mirovatiyê kirine bên cezakirin di nav hewldanan de ne.
Malbatên ku berî niha ji ber li heman cihî bîranîn pêk anîbûn der barê wan de bi sedema sînor îxlal kirine lêpirsîn hatibûn vekirin û ceza li wan hatibû birîn, ji Dozgeriya Qilabanê xwestin ku divê bi nêzîkatiya dewleta klasîk bîranîna wan nenirxîne.