Li Roboskî sala 2.: Em kiryaran dizanin!

Li Roboskî sala 2.: Em kiryaran dizanin!

Sala 1993 bû, li mezra Tarlabaşi ya navçeya Şirnex Qilabanê, bi zora leşkeran hatibûn derxistin. Hêzên Çekdar ên Tirk 150 caran top avêtin. Ji bombeyên li ser malên wan bariyan bi zorê canê xwe xelas kirin û reviyan. Têrê nekir, leşkeran gotin, 'em 40 berdêlan dixwazin.' Destpêkê 40 kes bûn cerdevan. Dewama wê bi zextan hat. Gef xwarin ku eger nebin cerdevan dê malbatên wan bikujin, malên wan bişewitînin.

Dehl û rezên wan, yanî hebûneyên wan ên yekane, ji dest hatin girtin û pêşkêşî TSK'yê hat kirin. Li Bijuh û Roboskî bicih bûn. Berdêla erdê wan ê ji dest hat girtin, tiştek ji wan re nehat dayîn. Tiştek di destê wan de nemabû. Bi tenê rêyek li pêşiya wan mabû: bazirganiya li ser sînor. Yan jî bi gotina dewletê: qaçaxitî!

Mîna girêdana xizman ku feraseta misak-î mîllî ya Komara Tirkiyê, bazirganî jî ji destpêka dewletê ve dewam dike li çar parçeyên Kurdistanê. Di vê rê de bi dehan Roboskiyan rû dan. Bi hezaran mirovan bi hinceta 'li hişyariya raweste' guhdarî nekirine yan jî bi bahaneyên 'gefxwarin', 'tirsandinê' hatin qetilkirin. Hînê jî tên qetilkirin.

Di roja 28'ê Kanûna 2011'an de, rojek ji rêzê destpê kir, bi qetilkirina gelekî bi dawî bû. Ev şeva ku li ber deriyê sînor ê Roboskî 34 mirov hatin qetilkirin, cudahiya wê ya ji qetilkirineke ji rêzê ya 'qeçaxçiyan' ew bû ku êrîş ji hewayê bi bombekirinê û bi fermana Enqereyê pêk hat.

Gelo lîstikek bi plan tê pêşkêşkirin?

Yan jî çarenûsa gelê Kurd a qîmeta wê mirina wê ji bo nûçeyê jî nîne, dûbare dibe?

Dibe ku her du jî bi hev re...

CERDEVANAN ÎSTIFA KIRIN

Cihê hevpar ê çar parçeyên Kurdistanê Herêma Botan, di tevahiya dîrokê de bû yek ji herêmên ku herî zêde li polîtîkayên dagirkerî û asîmîlasyonê yên dewletê rast hat. Cerdevanî li gelek deveran, berevajî daxwazekê, weke tercîha mayîna li jiyanê bû.

Ji bo gundên Roboskî û Bijuh ên Qilabanê jî rewş wiha ye. Lê belê piştî komkujiya 28'ê Kanûnê ku di encamê de 34 canan jiyana xwe ji dest dan, beşek mezin a cerdevanan çek danîn. Walîtiyê îstifaya wan qebûl nekir, lê belê cerdevanên zarokên xwe winda kirin, neşand wezîfeyê. Dayik jî dibêjin, 'Hem wêneyên 34'an hem jî çek li heman dîwarî nayên daliqandin' û bi vî rengî cerdevaniyê teqez red dikin.

34 KESAN BIRYAR DAN REDA XWE YA WICDANÎ AŞKERA BIKIN

Bandora komkujiyê di sala 2. de bi biryarên reda wicdanî dewam dike. Tevî jinên ciwan 19 Roboskiyî bi giştî 34 kesan reda wicdanî aşkera kirin û anîn ziman ku ewê nebin maşika dewletê, çekê hilnegirin. Ciwanên di salvegera duyemîn de ji Enqere, Stenbol û Amedê hatin Roboskî biryar dan reda wicdanî bikin.

Jinan jî dan zanîn ku di şer de herî zêde jin û zarok bêparastin dimînin, şer beriya her tiştî li wan dixe û destnîşan kirin ku ewê zarokên xwe neşînin şer.

ELÇÎ: MALBATAN EZMÛNA SEBRÊ DAN

Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî: Di 2 salan de ji bo diyarkirina kiryaran tiştek nehat kirin. Dosya şandin dozgeriya leşkeriyê û ji bo nixumandina bûyerê çi ji destê wan hat kirin. Ew jî têrê nekir. Li malbatên ku di roja 500. de çûn qurnefîl danîn cihê zarokên wan lê hatin qetilkirin, li malbatên neçûn jî bi îdîaya çûne ceza hat birîn. Di vê têkoşînê de rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, saziyên çapemeniyê û her kesên ji xwe re dibêje demokrat im, berpirsyarî û wezîfeyên xwe bicih neanîn. Ev têkoşînek bê dawî ye, lewma divê timî têkoşîn were meşandin. Daxwazeke bi tenê ya malbatên Roboskiyî heye. Kiryarên diyar dixwazin. Tazmînatê naxwazin. Qet nexwestin. Ev helwesteke mezin e. Ji bo ronîkirina kiryaran hewldana pêwîst nîşan didin. Ev malbat ev 2 sal in ezmûneke mezin dan. Ezmûna sebat û sebrê dan. Tevî helwesta dadgehê ya mîna henekê xwe bi wan dikir, bi şarezatî tevgeriyan. Heta rêyên hiqûqê yên hundirîn biqede emê têkoşîna xwe ya hiqûqê dewam bikin. Eger me encamek negir emê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Emê bi helwesteke hevgirtî serî li hemû rê û rêbazan bidin. Em ji malbatên xwe dixwazin vîna xwe dewam bikin. Wan hewldana pêwîst nîşan dan. Ti carî li aliyê wê yê madî nefikirî. Daxwazeke wan a bi tenê heye, ew jî hînbûna rastiyê. Wezîfeya me hemûyan e ku di vê rê de piştgirî ji wan re bê dayîn:

EM NE ‘QEÇAXÇÎ’ NE EM BAZIRGANIYA SÎNOR DIKIN

Em bi cerdevan û qeçaxçiyên li Roboskî û Bijuh re axivîn. Dema ji ANF'ê re behsa karê dike kirin anîn ziman ku berevajî gotinên medyayê ew ne 'qeçaxçî' ne, karê ew dike bazirganiya li ser sînor e. Gundiyan destnîşan kir ku ewê vî karî jî dewam bikin.

‘Leşkerên payebilind jî bazirganiya sînor dikin’ (20 salî-Bazirganiya sînor dike)

"10 sal in ez diçim qaçaxiyê. Rojek beriya şeva komkujiyê ez çûbûm qeçaxiyê. Wê rojê bîdonên min nebûn. Min mazota xwe hînê nefirotibû. Ji ber wê nekarî biçûma. Eger biçûma, ez îro tinebûm! Em îro hînê diçin. Emê biçin. Ev ne karekî 'qaçax'e. Li wê derê xizmên me hene. Ev bazirganiya sînor e. Çima yên ku li Samsûnê, li Edîrneyê vî karî dikin ne qeçaxçî ne lê em dibin qeçaxçî? Li wê leşkeriya li pêş, leşkerekî payebilind heye, hêstirek girtiye. Bi gundiyekî re qeçaxçitiyê dide kirin û pereyê xwe distîne. Ew leşker ne qeçaxçiye lê em qeçaxçine, em sûcdar in?"

‘Darên me yên gûzê şewitandin û kirin erdê mayinkirî’ (27 salî-Bazirganiya sînor dike)

"Ez neçarim vî karî bikim. Bi tena serê xwe debara malbata xwe ya ji 13 ferdan dikim. Erdê me ji destê me girtin, darên me yên gûzê şewitandin û erdên me mayin kirin. Bi tenê ev kar danîn pêşiya me ku em bikin. Dema xwestin hejmara cerdevanan zêde bikin, guleyên gefê direşînin, xizmên me bi mayinan dikujin û seqet dihêlin. Bi tirsê kirin cerdevan. Yên natirsin jî, mirinê dibin pêş çavên xwe û heftane ji bo 100 lîreyî di wê berf û baranê de dikevin ser rê. Hêstireke min heye. Ew jî hebe, emê birçî bin."

‘Kengî ez ji wir derbas dibim, heman bîranînan dijîm’ (21 salî-Bazirganiya sînor dike)

"Hefteyê du caran diçim. 80-90 lîre dibe ku dikeve bêrîka min yan jî nakevê. Bi tena serê xwe li 11 kesan dinêrim. Karekî din nîne. Cerdevanî heye, ew jî min bikujin ez nakim. Bi dizanin ku wê me bikujin, tevî vê jî em sînor derbas dikin. Birayê min di komkujiyê de qetil kirin. Cihê ku ew lê hatin kuştin, goristana me bû. Ji wê derê re dibêjin sînor, li gorî xwe sînoran xêz dikin. Kengî ez li cihê ew lê hat kuştin derbas dibim, êşa roja destpêkê dijîm û digirîm. Carna, dema yek kêliyek bi wî rengî dijî û digirî, her kes disekine. Her kes dest bi girî dike. Carna em ji ezmanan re diqîrin û dibêjin bila werin canê me jî bistînin. Tavmaye yanî. Em dikarin derbas bikin. Min par reda xwe ya wicdanî aşkera kir. Ez leşkeriyê jî, çekê jî red dikim. Ezê neçim!"

‘Îstifaya min qebûl nakin’ (48 salî-Cerdevan)

"Mezra me ji me girtin û kirin sînor. Bi cerdevaniyê gef li me xwarin. Rêyeke din ji me re nehiştin. Em bûn cerdevan. Min 20 salan xizmet ji vê dewletê re kir. Di berdêla wê de jî bedena parçe parçe ya kurê min dan destê min. Min gelek caran îstifa kir. Qebûl nakin. Naşînin wezîfeyê jî. Ji ber ku bawer nakin. Em bi wî rengî di navberê de mane. Em nikarin li wî dîwarî hem çekê hem jî wêneyên 34'an daliqînin. Ez êdî ne cerdevan im. Qebûl nakim. Dest ji tazmînatê berdin, dunyayê di berdêlê de bidin ez qebûl nakim. Ezê kurê xwe bi van neguherînim."

SIBÊ: Em yek bi yek çûn serdana malbatên 34 Kurdên li Roboskî hatin qetilkirin, me li wan guhdarî kirin û daxwazên wan pirsî.