Li Roboskiyê 3 cejin xemgîn derbaz bûn

Li Roboskiyê 3 cejin xemgîn derbaz bûn

Êşa malbatên Roboskê ku 34 xizmên wan bi balefirên şer yên artêşa Tirk hatin qetilkirin, ev çend cejne didome. Roboskiyan dan zanîn ku, dê hesabê komkujiyê bipirsin û wiha gotin: "Ey 34 şehîd em hatin. Goristana we bûye mekanê me û em dîsa hatin ziyaretê. Binêrin, dayîk, bav, hevjîn, zarok, xwişk û birayên we li virin. Îro cejne û cihekî din ku em biçin nîne. Ev sê cejnin hûn ji me qetiyan. Di her cejnê de xemgîniya tunebûna we dibe mêvanê me."

Malbatên Roboskê her rojên Pêncşemê çalakiyê li dar dixin. Malbatên Roboskê bêyî ku cejnê pîroz bikin dîsa berê xwe dan goristanê. Malbatan 34 gor yek bi yek ziyaret kirin. Malbat ji roja destpêka qetlîamê heta niha kincên reş li xwe dikin û di vê cejnê de jî bi kincên reş çûn serdana goristanê. Malbatan wêneyê kesên ku hatine qetilkirin hilgirtin. Li ser navê girseyê Narîn Art bi Kurdî û Welî Encu jî bi tirkî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hesab ji kesên ku cejn ji wan re kiriye jehr bipirsin û wiha hat gotin: "Bêgûman çîrokên wan hebûn, lê çîroka wan ya esas di 28'ê kanûna 2011'an de destpêkir. Li bin asîmanan cesedê 34 kesên ku gelek êş kişandine rawestiyabûn. Şeveke bi xwîn û xemgîn bû. Dayik bi lêvên xwe yên zuwa ji her alî diçûn û pirsa zarokên xwe dikirin, digiriyan. Wê şevê 34 şitlên di bin vê axê de razane, wê şevê agir berdan kezeba me û çûn. Ew roj ev roj e 589 roj derbas bûne."

'ROBOSKÎ VEGUHERANDIN MALA ŞÎNÊ Û GORISTANÊ’

Malbatan diyar kir ku, Roboskî veguherandin mala şînê û goristanê û wiha gotin: "Ji me re cejn, dewat û nîşan jehrkirin. Dayik reş li xwe dikin. Xençer li singa bavan xistin. Hê jî Roboskê xwîn digirî. Em hê jî 34 caran dimirin û ji nû ve zindî dibin. Xwistin bêdeng bikin, bixapînin, bincil bikin lê em 34 canên xwe ji wan re nakin êm. Em di roja yekem de li ku derê bin hê jî li wir in. Em hê jî ji bo Roboskê edelatê dixwazin. Em dixwazin dewleta ku hemwelatiyê xwe qetilkiriye û piştre xwestiye komkujiyê bincil bike, bila berpirsyariya xwe bîne cih. Îro dîsa em ê biqîrin, em hêviyên xwe winda nakin û em dê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."

LI ROBOSKIYÊ 3 CEJNÊN XEMGÎN

"Ey 34 şehîd em hatin. Goristana we bûye mekanê me û em dîsa hatin ziyaretê. Binêrin, dayîk, bav, hevjîn, zarok, xwişk û birayên we li vir in. Îro cejne û cihekî din ku em biçin nîne. Dilê mirov li ku derê be, mala mirov jî li wê derê ye. Dilê me li vê derê ye, mala me jî li vir e. Ev sê cejn in hûn ji me qetiyan. Di her cejnê de xemgîniya tunebûna we dibe mêvanê me. Ey 34 şehîd em hatin. Bila hûn bizanibin ku em dê hesabê ji zalimên ku çiyayan jî dîtin axaftin bipirsin. Em pêsîra yên ku cejn ji me re kirine jehr, bernedin. Qaşo îro cejn e, lê çemkên kujer li vê erdnîgariyê cejn veguherandine şînê. Wekî malbatên Roboskê me got, em dê vê cejnê pîroz bikin, lê wekî cejnên din vê vê cejnê de xwîn rijandin. Li Rojava zarok, jin, ciwan, kal ji aliyê kesên ku xwe wekî misilman îfade dikin, lê di rastiyê de tu eleqeya wan bi misilmanetiyê re nîne, hatin qetilkirin. Dîsa ji me kurdan re mirin, êş û rondikên çavan rewa dîtin. Dê heta ku derê êşê ji me bidin kişandin. Em dê heta ku li cem van kesên wehşetê pêk tînin rawestin." Malbatan li hember zilma ku li ser kurdan tê meşandin gotin, êdî bes e û el însaf û el wijdan.