Li Roboskiyê ne cejin hêrs û xemgînî heye

Li Roboskiyê ne cejin hêrs û xemgînî heye

 Rêxistina BDP'ê bi girseyî çûn serdana gorên 34 hemwelatiyên Roboskî yên ji hêla balafirên şer ve hatin qetilkirin. Di serdanê de Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi telefonê li malbatê geriya û diyar kir ku ji ber heta niha hesabê Roboskî nehatiye pirsîn cejnek din jî bi xemgînî derbas dikin. Demîrtaş, soz da û got, "Em dê ji kûjeran hesaba 34 canan bipirsin."

Ji hêla Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Şirnexê bi boneya Cejina Qûrbanê malbatên 34 hemwelatiyên Roboskî ku 2 sal berê ji hêla balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin ziyaret kirin. Jibilî gelek hemwelatî Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, endamên PM'ê ya BDP'ê Abîdîn Durak, Rabîa Tekas û Niyazî Çevrîm, rêveberên rêxistinên BDP'ê yên bajêr û navçeyan, ÎHD, MEYA-DER, KESK û şaredarên heremê beşdarê serdanê bûn. Girse berî serdanê li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Şirnexê li hev civiyan û bi dehan wesayît karwan bi Roboskiyê ve ketin rê.

Karwan di rê de bi nîşaneya serkeftinê dihatin pêşwazî kirin, piştî gihiştin gundê Roboskiyê çûn Goristana Becih ku kesên di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li wir hatibûn definkirin. Girse di ketina goristanê de ji hêla malbatên 34 hemwelatiyan û gundiyan ve hatin pêşwazî kirin. Jinên Roboskiyê ku piştî komkûjiyê di her cejinê de kincên reş ên şînê temsîl dike li xwe dikirin hat dîtin ku di vê cejinî de jî kincên reş lixwe kiribûn. Wêneyên di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin, hin hemwelatî dema hîstiyariyê jiyan. Di ketina goristanê de malbatan cejina girseyê pîroz kirin, piştre derbasî qada goristanê bûn.

'HETA EM JI BO KOMKÛJIYÊN HESABÊN WAN NEHATINE PIRSÎN BIGIRÎN...'

Di kesayetiya kesên di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dane de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girse di dema rêzgirtinê de sirûda "Ey raqîp" hat xwendin. Piştre nûnerê MEYA-DER'ê Mele Kasim Yîgît ji bo kesên di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dane diayan xwend. Piştre Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan axivî û bibîrxist ku di ser komkûjiyê de 2 sal derbas bûye û bertek nîşan da ku ji ber kûjerên komkûjiyê dernexistine pêşberê darazê.

Kaplan, destnîşan kir ku AKP, CHP û MHP'ê di peyama cejnê de derbarê aşitiyê de tu peyvek bi karnanîn û wiha got: "Rayedarên ku peyama yekîtiyê diweşîn in heke yekîtî bixwazin divê pêşî hesabê komkûjiyan bipirsin. Heta em li ser goristanan ji bo komkûjiyên hesabên wan nehatine pirsîn bigirîn dê yekîtî çewa çêbe?"

'EM DÊ TEQES HESABÊ KOMKÛJIYÊ BIPIRSIN'

Di dema axaftinê de Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi telefonê li Kaplan geriya û cejina malbatên Roboskiyê û gelê Şirnexê pîroz kir. Demîrtaş, bi megafona telefonê daxuyaniyek kurt da û got: "Em di xemginiyeke ku cejineke din bê hesabê Roboskiyê bipirsin pêşwazî kirine de ne. Lê em soza xwe ya roja yekemîn dubare dikin. Teqes em dê hesabên komkûjiyê bipirsin. Em dê ji kûjeran hesabên canê ku kûştine bipirsin."

Piştî axaftinan girseyê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiyan û derbasî mala malbatên Roboskiyiyan.