Li Roboskiyê protestoya 15’ê Sibatê

Li Roboskiyê protestoya 15’ê Sibatê

Ciwanên gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, ku di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de 34 zarok û ciwanên Kurd hatibû qetilkirin, komploya 15’ê Sibatê protesto kirin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Roboskiyê hate protestokirin. Ciwanan agir vê xistin û komployê protesto kirin.  Li ser navê ciwanan axaftineke kurt hate kirin û komkujiya Roboskiyê weke dewama komploya 15’ê Sibatê hate binavkirin.

Di daxaftinê de hat gotin: “Çawa ku komploya 15’ê sibatê hatiye pûçkirin, em ê polîtîkayên ku dewleta Tirk dixwest bi Roboskiyê bike pûç bikin. Heta komkujî neyê ronîkiri, em ê çalakiyên xwe bidomînin û hesab bipirsîn.”