Li Rojava agirê Newrozê geş dibe
Li Rojava agirê Newrozê geş dibe
Li Rojava agirê Newrozê geş dibe
Li Rojavayê Kurdistanê coşa Newrozê li çar aliyan belav bû. Beriya şahiyên mezin ên ku dê di 21’ê Adarê de bêne lidarxistin, li kolan, navçe, bajarok û gundan şahî tên lidarxistin û agir tê pêxistin. Şevê din jî li 9 navendan bi beşdariya sedan kesan şahî hatin lidarxistin.
QAMIŞLO
Bi sedan kesên ku li Taxa Xerbî hatin cem hev, agir pêxistin û govend gêrandin. Welatiyan her wiha sloganên ku yekîtiya kurdan tînin ziman û berxwedana YPG’ê silav dikin berz kirin. Di şahiya ku rêveberên PYD û meclîsên gel jî tevlî bûn de endamên Koma Botan û Yekîtiya Hunermendan a Qamişlo stranên xwe pêşkêş kirin.
EFRÎN
Li navenda Efrînê bi sedan kes li Meydana Azadî ya Taxa Eşrefiyê hatin cem û agir pê xistin. Ciwanên ku li dora agir govend gerandin, sloganên aştî û azadiyê qêriyan.
Li gundê Dêrsoran ê girêdayî Navçeya Şera ya Efrînê bi sedan welatî hatim cem û agir pêxistin. Di şahiya ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî tevlî bûn de, Koma Şehîd Çekdar govêndên herêmê pêşkêş kirin.
Li navçeya Cindêris bi hezaran welatî hatim cem û agir pêxistin. Di şahiyê de Koma Stêrka Jiyan a Zarokan govend gerand. Endama Yekîtiya Star Zeynep Hebîp jî axaftinek kir û Newroz pîroz kir.
Li Navçeya Mabada ya Efrînê bi sedan welatî li gundê Hesna şahî lidar xist. Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mehemed jî beşdarî şahiyê bû û Newroz pîroz kir. Mehemed got ku wê Newroza 2013’an bibe Newroza azadiyê û banga yekîtiyê li kurdan kir. Koma Viyan a Dîlanê û koma muzîkê ya Saziya Çand û Hunerê govend û stran pêşkêş kirin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê li gel şertên zor jî, amadekariyên Newrozê didomin. Di çarçoveya amadekariyan de şevê din li ber avahiya Partiya Demokrat a Pêşverû şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de agir hate pêxistin û govend hat gerandin.
KOBANÊ
Li Kobanê Saziya Çand û Hunerê li gundê Girik şahî lidar xist. Di şahiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, agir hatin pêxistin û komên Botan, Alanya, Şehîd Sadiq, Xwendekar, Buhar, Koral Kobanê, Berbang, Dîcle û Ciwan Raperîn govend gerandin û stran pêşkêş kirin.
RIMÊLAN
Hêzên Asayîşê li ber avahiya asayîşê agir pê xist. Bi sedan kesên beşdarî şahiyê bûn, govend girêdan. Di şahiyê de Koma Serhildan stran pêşkêş kirin.
GIRKÊ LEGÊ
Li gundê Hemze Beg a herêma Koçeratan şevê din bi beşdariya girseyek qelebalix şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de Koma Kulîlkên Koçeran stran pêşkêş kirin.