Li Rojava Akademiya Ziman hate vekirin
Li Rojava Akademiya Ziman hate vekirin
Li Rojava Akademiya Ziman hate vekirin
Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Akademiya Zimanê Kurdî bi navê “Şehîd Ferzad Kemanger” ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate vekirin.
Di çarçoveya xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya ji bo amadekirina mamosteyên Zimanê Kurdî de, li Rojavayê Kurdistanê yekemîn Akademiya Zimanê Kurdî ya “Şehîd Ferzad Kemanger” li gundê Kefercenê yê Efrînê hate vekirin.
Akademiya “Şehîd Ferzad Kemanger” bi merasîmekê hate vekirin. Merasîma vekirinê bi beşdariya dehan kesan û bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik axivî û vekirina Akademiya Zimanê Kurdî li gelê Rojava pîroz kir. Dêrik, da zanîn ku vekirina akademiyan bi berxwedan û xebata gelê Kurd a bêhempa pêk hatiye. Dêrik, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Dêrik, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd her dem dixwazin gelê Kurd ji aliyê çandî û wêjeyî jî tune bikin û bang li hemû gelê Kurd kir da ku bi hişyarî tevbigerin.
Piştî axaftinan, akademiyê hate vekirin. Li gorî rayedarên SZK’ê diyar kirin Akademiya “Şehîd Ferzad Kemanger” a Zimanê Kurdî dê ji bo amadekarina mamosteyên Zimanê Kurdî yên pispor xebatan bike.