Li Rojava bi sedhezaran beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn
Li Rojava bi sedhezaran beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn
Li Rojava bi sedhezaran beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojavayê Kurdistanê ku bi silogana, “Newroza rêveberiya demokratîk û jiyana azad” hate lidarxistin de, bi sedhezaran welatiyên kurd, ereb, asur, ermenî û suryanî bi reng û dengên xwe peyama jiyana wekhev, azad û welatekî demokratîk da.
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Kobanê, Efrîn, Şam, Minbic bi beşdariya sedhezaran kesan didomin. Di pîrozbahiyên sloganên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin berzkirin de, hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe girt. Di axaftinên ku hatin kirin de, peyamên jiyana wekhev, azad û welatekî demokratîk hatin dayîn.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê pîrozbahiya Newrozê saet di 09.00'an de bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Dayikên Aşitiyê derketin ser sehnê û kevokên aşitiyê firandin û agirê Newrozê pêxistin. Koma Zîlan û Kulîlkên Buharê ya Zarokan stran û govend pêşkêşkir. Saet di 10.00'an de li peyama KCK'ê bi dengê Serokê konseya Birêvebir Murat Karayilan hate guhdarîkirin, di navberê de peyamên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) û Partiya Çep a Kurd hatin xwendin.
Hunermend Cemal Tîrêj stranên xwe pêşkêş kir û her wiha Koma Şehîd Mizgîn Şanoyek li ser berxwedana YPG'ê pêşkêş kir.
Di pîrozbahiya Serêkaniyê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulah axifî, Abdulah di axaftina xwe de behsa berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê kir û balkişand li ser rola jinan di berxwedana li Serêkaniyê de.
Dema welatiyan Pîrozbahî lidar dixist de, balafirên şer yên rejîma Sûriyeyê Gundê Til Xelef ê 1 kîlometrekî nêzî Serêkaniyê ye bombebaran kir. Şahî bi muzîkê dom dike.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê li gel aloziya li herêmê û topbarên tên kirin jî, bi hezaran welatiyên kurd, ereb, asurî, ermenî û suryanî li qada Newrozê ya li gundê Miftî hatin cem hev. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û bi pêxistina agirê Newrozê dom kir. Piştre li ser navê Desteya Bilind a Kurd, TEV-DEM, PYD, Meclîsa Biratiya Gelan û Koalîsyona Muxalefeta Demokratîk a Sûriyê (Heyet Eltensîq) axaftin hatin kirin.Her wiha peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK'ê Murat Karayilan jî hate guhdarîkirin. Piştî axaftinan Koma Tolhiltan stran, govend û şano pêşkêş kir. Şahî bi muzîkê dom dike.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê pîrozbahî li Meydana Sînaa hate lidarxistin. Bi hezaran welatiyên ku ji kurd, ereb û suryaniyan pêk tê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiya ku rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî jî tevlî bûn da dik bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dane hatin daliqandin. Şahiya ku saet di 09.00'an de bi rêzgirtin û sirûda "Ey Reqîp" destpê kir, bi pêxistina agirê Newrozê dom kir. Di pîrozbahiyan de alên TEV-DEM û YPG'ê hatin vekirin û sloganên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tînin ziman hatin berzkirin. Her wiha pankartên wekî, "Sûriyek demokratîk û yekbûyî", "Azadî ji bo Ocalan serbixwebûn ji bo Kurdistanê" hatibûn daliqandin. Di şahiya ku li ser navê TEV-DEM û welatiyên Suryanî axaftin hatin kirin de hunermend Narînxan û Koma Zîlan stranên xwe pêşkêş kirin.
DÊRIKA HEMKO
Pişti ku bi deh hezaran kes li qada qîrozbahiyê kom bûn, bername bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina srûda "Ey Reqîp" destpê kir. Di pîrozbahiya ku alên kurdî û sloganên azadiyê tînin ziman de agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hate pêxistin. Di pîrozbahiya ku saziyên girêdayî TEV-DEM, partiyên siyasî yên kurd, rêxistinên Suryanî, Asurî û Ereban jî tevlî bûn de Koma Kulîlkên Azadiyê û Bazên Rêber Apo stranên xwe pêşkêş kirin. Piştre Peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK'ê Murat Karayilan hate guhdarî kirin. Di pîrozbahiya ku Koca Cudî şano pêşkêş kir de hunermend Serhedo jî stran gotin. Li ser navê Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed jî axaftinek kir û Newroz pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de Koma Wan a Şanoyê û Koma Zîlan jî stran û şanoyên xwe pêşkêş kirin.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê, bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tên, ji herêmên Sinceq, Aliyan û gundên derdorê hatin qada Newrozê ku li Bexçê Mezin hate pîrozkirin. Her wiha koçberên ji bajarên din ên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan hatibûn bajêr jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM, PYD û Desteya Bilind hatin vekirin.
Di bernameya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de agirê Newrozê saet di 09.00'an de dibin slogana "Bijî Serok Apo" de ji aliyê dayikên aştiyê ve hate pêxistin. Her wiha peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK'ê Murat Karayilan jî hate guhdarîkirin. Piştre Koma Xebat a muzîkê stranên xwe pêşkêş kirin.
GIRKÊ LEGÊ
Di bin diruşmeya ber bi Sûriyeke demokratîk û yekbûyî ve, bi beşdariya bi hezaran kesî ve di saet 09.30'an de ji aliyê 3 dayikên şehîdan ve agirê Newrozê hate pêxistin. Piştî ku agir hate pêxistin Koma Serhildan Sirûda Netewî ya kurdî got û hemû beşdar ji bo rêzgirtinê rawestiyan. Di pîrozbahiyê de li peyama KCK'ê bi dengê Serokê konseya Birêvebir Murat Karayilan hate guhdarîkirinû peyama Encumena Niştîmanî Kurdî Sûrî (ENKS), Rêxistina Asûriyan a Demokratîk û Yekîtiya Star hatin xwendin.
Di rêze bernameyê de Koma Serhildan, Koma Roj a Dêrikê û ciwanên bi navê Ercato Adem û Îdo 702 stran pêşkêş kirin. Di pîrozbahiyê de welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Cangoriyên Azadiyê û alên kurdî vekiribûn û bê navber sloganên ''BIJÎ SEROK APO'' hatin qîrîn.
Di Şahiyê de ji bilî kurdan ereb û suryanî jî hebûn.
EFRÎN
Li Efrînê bi sed hezaran kes ji saetên sibê de berê xwe dabûn qada Newrozê, saet di 09.00'an de bernameya pîrozbahiyê destpêkir. Li peyama KCK'ê bi dengê Serokê konseya Birêvebir Murat Karayilan hate guhdarîkirin û peyama PYD'ê hate xwendin. Di bernameyê de Koma Engîzek a Efrînê stran, govend û şano pêşkêş kir, her wiha hunermend Hisên Xanê stran û Koma Şehîd Çekdar a Zarokan govend pêşkêş kirin.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, axaftina vekirinê Endamê Kordînasyona Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Çawîş kir. Agirê Newrozê ji aliyê malbata Şehîd Mîdya Amûdê û Şehîd Îsmaîl Hogir hate pêxistin. Piştî agirê Newrozê hate pêxistin Şanoya bi navê Kawayê Hesinkar hate pêşkêşkirin, dayikên aşitiyê kevokên aşitiyê firandin. Koma Kulîkên Hûrî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî stranên xwe pêşkêşkirin.
Li Peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK’ê Murat Karayilan hate guhdarîkirin, piştre Koma kulîlkên Laleş a Govendê, Koma Agirî stran, Şano û govend pêşkêşkirin.
Di pîrozbahiyan de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên TEV-DEM'ê hatin vekirin.
KOBANÊ
Li Kobanê bi hezaran kes ji saetên sibê de li Çiyayê Meşte Nûr kombûn û agirê Newrozê hate pêxistin. Piştre li peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK’ê Murat Karayilan hate guhdarîkirin. Her wiha di pîrozbahiyê de li ser navê PYD'ê Îmad Şahî, li ser navê Partiya Çep a Kurd Mihemed Elî Seyd û li ser navê Komîteya Tendirustiyê ya Kobanê Dr. Hikmet axivîn.
Hunermend Cîhad, Koma folklorê û Narîn Şêxê bi stranên xwe coşek mezin dan welatiyan. Di pîrozbahiyên îsal de Nûnerên ji bajarên Minbic, Sabrîn, Cerablos, Şiyûx, her wiha nûnerên ermen û xiristiyan jî beşdar bûn.
MINBIC
Li bajarê Minbicê bi hezaran kesî berê xwe dan qada Newrozê, agirê Newrozê ji aliyê dayikên Şehîdan ve hate pêxistin. Piştre li Peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK’ê Murat Karayilan hate guhdarîkirin, peyamên rêxistin û saziyan hatin xwendin, her wiha nûnerên ereb û çerkesan jî axafîn. Di pîrozbahiyê de stran, şano û govend hatin pêşkêşkirin.
ŞAM
Li paytexta Sûriyê Şamê li herêma Zîra ya Taxa Zorava bi beşdariya sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Di şahiya ku rêz hate girtin û agir hate pêxistin de, Koma Serhet stran pêşkêş kirin. Piştre li ser navê TEV-DEM, PYD û Yekîtiya Star axaftin hatin kirin. Her wiha Peyama Serokê Konseya Birêvebir a KCK'ê Murat Karayilan hate guhdarîkirin.