Li Rojava bingeha netewa demokratîk tê avakirin

Li Rojava bingeha netewa demokratîk tê avakirin

Di demeke ku li dijî destkeftiyên gelên Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk tên de, Komîteya Pêwendiyên Siyasî û Niştimanî ya Desteya Bilind, bi armanca avakirina yekîtiya netewan, di nava mehek dawî de bi 20 sazî, dezgeh û partiyên siyasî, eşîret û kesayetan re hevdîtin pêk anîn. Komîte, hedef dike ku di demek kurt de bi beşdariya nûnerên hemû netewan civînek berfireh li dar bixe û  bi vî rengî di riya avakirina netewa demokratîk de pêngavên girîng bavêje.

Li Sûriyeyê bi destpêkirina pêvajoya şoreşa gel re, siyaseta kurd xetek serbixwe da meşandin û hem ji rejîmê hem ji muxalefetê dûr sekinî. Di encama vê siyaseta xwe de jî bi serket û di demeke ku li bajarên Sûriyeyê talan û hilweşandin çêdibe de, li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk anî. Li aliyê din jî, li hemberî êrîşên ku destkeftiyên wan hedef dikin, hewl dide ku di navbera hemû netewên herêmê de yekîtiyekê ava bike.

Desteya Bilind a kurd ku wekî îradeya siyasî ya gelê Rojavayê Kurdistanê hate qebûlkirin, ji bilî mijarên parastin, civakî û aborî, di warê diplomasî û yekîtiya netewan de jî pêngavên girîng di avêje. Komîteya Pêwendiyên Siyasî û Niştimanî ya Desteya Bilind ku di 20’ê Tebaxa sala 2012’an de hatiye avakirin, bi armanca pêşxistina yekîtiya netewan, di nava mehek dawî de bi 20 sazî, dezgeh û partiyên siyasî, eşîret û kesayetan re hevdîtin pêk anîn.

Endama Komîtiya Pêwendiyan a Desteya Bilind Hediye Yusuf, diyar kir ku piştî avakirina Desteya Bilind, di warê xurtkirina yekîtiya kurdan de, wan hewldanên xwe zêde kirine û ev tişt gotin: “Ji bo ku tu hêzan li derveyî nîqaşan nehêlin me biryar girt ku bi hemû derdoran re hevdîtinan pêk bînin. Heta niha ji bilî partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), me bi partiyên din, yekîtî û tevgerên ciwanan re hevdîtin pêk anîn. Her wiha em bi gelek eşîretan re jî axivin û encamên baş hatine girtin.”

‘ŞERTÊN YEKÎTIYA NETEWÎ ZÊDE BÛN’

Hediye Yusuf, destnîşan kir piştî ku li dijî destkeftiyên gel êrîş zêde bûn, wan jî hevdîtinên xwe zêde kirine û di warê yekîtiya netewî de pêngavên girîng avêtine û wiha dom kir: “Nêzîkahiyên hêzên kurdî erênî bûn. Daxwaza karê hevbeş derket pêş. Bêguman berxwedana Serêkaniyê jî bandorek mezin liser vê yekê çêkir. Şert û mercên yekîtiya netewî gelek zêde çêbûne.”

BI PARTÎ Û RÊXISTINÊN NETEWÊN DIN RE HEVDÎTIN

Hediye Yusuf, anî ziman ku wan li dijî êrîşan, di çarçoveya avakirina netewa demokratîk de, hevdîtinên bi partî û rêxistinên netewên din ên herêmê re jî zêde kirine û ev agahî dan: “Di vê çaçoveyê de me bi Partiya Yekîtiya Suryanî, Tevgera Demokratîk a Asurî, Hevgirtina Ciwanên Suriyeya Niştimanî ya Asurî, Yekîtiya Meclîsa Suryaniyan re, Mutraniyên Dêran, Hizba Asurî, Hîzb El Qewmê Sûriyeyê, Hizb El Şeeb, eşîra Şemeran a ereban û gelek sazî û dezgehên din re hevdîtin pêk anîn.”

‘PÊŞDARAZÎ HATIN ŞIKANDIN’

Endama Komîteya Pêwendiyan Hediye Yusuf, anî ziman ku di encama van hevdîtinan de pêşdaraziya ku dihat gotin, “Kurd dixwazin li herêmê serwer bibin û netewên din li derve bihêlin” ji holê rabûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî êrîşên Helebê, ji bo pêşiya hewldanên ku dixwazin fitneyê bixin nava gelê kurd û gelên din bê girtin, em di hemû hewldanên xwe de vê mijarê tînin ziman. Ev yek bandorê jî çêdike, gelek netewên din jî wekî me nêzîk dibin, bi taybetî gelek hêzên ereban helwesta xwe jî nîşan da.”

CIVÎNA HEVBEŞ WÊ BÊ LIDARXISTIN

Hediye Yusuf, destnîşan kir ku di encama van hewldanên wan de hem di warê yekîtiya kurdan de, hem jî di warê avakirina netewa demokratîk de zemîn hatiye avakirin û ew ê di vê çarçoveyê de xebatên xwe bidomînin. Hediye Yusuf, diyar kir ku ew armanc dikin piştî bidawîbûna hevdîtinên bi sazî, dezger, eşîret û partiyan re, di bin navê “diyaloga niştimanî” de bi netewên din re civînekê pêk bînin. Yusuf, anî ziman ku ewê di vê civînê de li ser rewşa heyî û pêşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin wiha dom kir: “Armanc ew e ku hemû beşên civakê yên herêma Cizîrê tevlî bibin. Li hemberî êrîşan helwestek yekgirtî ya siyasî derkeve holê. Em dixwazin bi vî rengî xwe bigihînin rêveberî û ewlekariyek hevbeş. Helwesta hemû netewan bibe yek. Yekdengiyek siyasî derkeve holê. Bi vê riyê em dixwazin bingeha netewek demokratîk ava bikin.”

Yusuf, da zanîn ku hêz û partiyên behsa mijarê bi erênî nêzî vê pêşniyara wan bûne wiha got: “Her çiqasî hinek ji wana aliyên netewî dabine pêş û hinek jî fikrên wan cuda bin jî, pêşniyar erênî pêşwazî kirin. Hêvî nedikirin ku em ê bi vî rengî nêzî wan bibin. Hem rêxistinên ereban, hem jî Asurî û Suryaniyan em zêdetir nas kirin. Êdî niha dixwazin ku em karên hevbeş bikin.”