Li Rojava coşa Newrozê
Li Rojava coşa Newrozê
Li Rojava coşa Newrozê
Li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û Şamê bi dehhezaran welatiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê bi cil û bergên xwe yên netewî berê xwe dan qadên Newrozê.
GIRKÊ LEGÊ
Lİ Girkê Legê saetên serê sibê hemû kolan valabûn û şêniyên bajêr ji kurd, ereb, asûrî û suryanî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Li aliyeke din hemû riyên ketin û derketina bajêr ji aliyê hêzên asayişê ve tên kontrol kirin, her wiha wesayîtên tên bajêr ji aliyê hêzên asayîşê tên kontrolkirin.
Li aliyeke din saet di 07.00'an de civîn ji ciwanên peywirdarên Newrozê re hate çêkirin û dabeşkirina kar li ser ciwanan hate çêkirin, 2 derî ji ketina qada Newrozê yek ji jinan re û yek ji mêran re hatin vekirin, hemû kesên ku dikevin qadê tên kontrolkirin. Welatî bi sloganên '' BIJÎ SEROK APO'', ''BIJÎ YPG'' ber bi qadê ve herikîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Desteya Bilin a Kurd û Tevgera Civaka Demokratîk hilgirtibûn.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê hemû esnafan dikanên xwe girtine û Sûka Bajêr bi temamî hatiye girtin, hemû şêniyên bajêr ber bi qada Newrozê de diherike, qada Newrozê ji aliyê ciwanên peywirdar ve tê kontrol kirin. Li aliyeke din hemû riyên ketin û derketina bajêr ji aliyê asayîşê ve tê kontrolkirin.
HESEKÊ
Li Bajarê Hesekê jî bi hezaran kes berê xwe didin qada Newrozê ya Taxa Miftî, welatiyan cilên netewî li xwe kirin û bi slogan, al û sembolên kurdî ber bi qadê ve diherikin. Qada Newrozê ji aliyê hêzên asayîşê ve tê kontrol kirin û hemû welatî di yek derî re piştî tên kontrol kirin derbasî qadê dibin.
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê jî bi hezaran kesî berê xwe dan qada Newrozê ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibû xemilandin, hêzên asayîşê hemû kesên berê xwe didin qada pîrozbahiyê kontroldikin û parastina ewlekariya qadê bi awayek xurt tê girtin.
EFRÎN
Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji bajarê Efrîn, navçe û gundên wê berê xwe dan qada Newrozê, hêzên asayîşê ji bo parastina ewlekariya welatiyan tedbîrên xurt girtin. Hemû kesên dikevin qadê tên kontrol kirin, her wiha wesayît jî têne kontrol kirin. Welatiyan cilên netewî li xwe kirine û bi slogan, al û sembolên kurdî dikevin qada Newrozê.
AMÛDÊ
Li Amûdê jî bi hezaran kes ji navenda bajêr û gundên derdorê berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê ku wê li ser riya Qamişlo were pîrozkirin. Piraniya jinên Amûdê bi cilên netewî qada Newrozê xemilandin. Hêzên asayîşê ewlekariya qada pîrozbahiyê digrin û hemû kesê dikevin qada pîrozbahiyê tên kontrol kirin û herikandina welatiyan ji bo qadê hîn didome.
ŞAM
Tevî rewşa şer û zehmetiyan ya li peytexta Sûriyeyê Şamê, îro serê sibê bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Sûriyeyê Şamê dijîn, ber bi qada Newrozê ya ku li Taxa Zorava tê pîrozkirin herikîn. Ji bo ewlekariya welatiyan hêzên asayîşê tedbîrên berfireh girtin.
DÊRIK
Bajarê Dêrikê ji aliyê welatiyan ve bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, al û sembolên kurdî hate xemlandin, serê sibê bi hezaran kes bi cilên netewî berê xwe dan qada Newrozê, her wiha bi sedan welatî ji duh ve li qada pîrozbahiyê kom bûn. Welatiyan bi cilên netewî qad xemilandin, ji bo parastina ewlekariya qadê hêzên asayîşê hemû kesî kontrol dikin.Di qadê de beriya bername destpê bike ciwanan bi stranan xelekên govendê gerandin û sloganên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî Berxwedana YPG’’ qîriyan.
KOBANÊ
Bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê ya li Meşte Nûr, welatiyan cilên netewî li xwe kirin û bi sloganên '' Bijî Serok Apo'' û '' BIJÎ YPG'' ketin qada Newrozê.
Hemû riyên hatin û çûyîna Meşte Nûr ji aliyê hêzên asayîşê ve tên kontrol kirin, her wiha ketina qadê jî ji aliyê asayîşê ve tên kontrolkirin.
MINBIC
Ji saetên serê sibê ve bi sedan Kurdistaniyên li Minbicê berê xwe dan qada Newrozê, welatiyan cilên netewî li xwe kirin û bi sloganên ''BIJÎ SEROK APO'', al û sembolên kudî ketin qada Newrozê.