Li Rojava gerîlaya PKK’ê Bêrîtan hate biranîn
Li Rojava gerîlaya PKK’ê Bêrîtan hate biranîn
Li Rojava gerîlaya PKK’ê Bêrîtan hate biranîn
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Hesekê û Til Termir bi armanca bîranîna gêrîlaya PKK'ê Bêrîtan bi durişme "rêxistina jinan berdewama xeta Bêrîtane" civîn lidar xistin.
Li Hesekê civîn bi beşdariya dehan jinên ciwan li Akdemiya Şehîd Canfîda a li taxa Kelasê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Viyan Hesekê axivî û da zanîn ku jinên kurd di nava şoreşê de hêza xwe ya xweser îsbat kir. Viyan Hesekê destnîşan kir ku jinên ciwan karîbûn di afirandina civakeke demokratîk a Azad li cihê xwe bire.
Tevgera Jinên Ciwan li bajaroka Til Temir jî bi heman armancê û diruşmeyê civîna jinan lidarxist. Civîn li navenda Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi beşdariya bi dehan jinan hate lidarxistin. Di civînê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Canfîda axivî û bal kişand ser rola jinan a di nava tevgera azadiyê de. Canfîda destnîşankir ku jin Rojava dê li ser xeta Bêrîtan û hemû berxwedênên azadiyê asta berxwedana xwe bilind bikin.
Di dawiya civînê de bersiva jinan hate dayîn.