Li Rojava hewldanên avakirina Meclîsa Gelan

Li Rojava hewldanên avakirina Meclîsa Gelan

Li Rojavayê Kurdistanê hewl tê dayin ku Meclîsên ji gelên cûda bên avakirin.

Piştî rizgarkirina bajarokê Çelaxa ji hêzên rêjîma Sûriyeyê, hewldanên avakirina meclîsa gelan dewam dikin.

Li bajarê Dêrikê ji bo nirxandina rêbazên avakirina meclîsê, di navbera Partiya Demokratîk a Pêşverû û Tevgera Civaka Demokratîk de civînek berfereh hat lidarxistin.

Rêveberên Komîteya Pêwendiyan a TEV-DEM'ê Hediye Yûsiv û Îsa Hiso û rêveberê Partiya Pêşverû Omer Cafer jî di nav de gelek kes beşdarî civînê bûn. Dihat plankirina ku nûnerên Eşîrên Ereban ên herêmê jî tevlî civînê bibin.

Li gorî agahiyan, ji ber pirsgirêkên di navbera aliyên Ereb xwe bi xwe de, ew beşdarî civînê nebûne.

Der barê mijarê de endamê komîteya pêwendiyan a Meclîsa Gel li herêma Dêrikê diyarkir, ku ew weke Kurd ji astengkirina avakirina meclîsê, aliyên Ereb berpirsiyar dibînin û got, tevî hemû pirsgirêkan jî ew amade ne ku destê xwe dirêjî hemû pêkhateyan bikin.