Li Rojava heyecana Newrozê destpê kir
Li Rojava heyecana Newrozê destpê kir
Li Rojava heyecana Newrozê destpê kir
Li Rojavayê Kurdistanê heyecana pîrozbahiyên Cejna Newrozê destpê kir. Di çarçoveya amadekariyan de li bajarên Efrîn, Kobanê û Dêrikê li aliyekê xebatên muzîk û govendên tên meşandin, li aliyê din welatî ketine nava heyecan û leza çêkirina cilên netewî.
KOBANÊ
Li Kobanê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de di nava şêniyên bajêr de liv û tevgera cilên netewî destpê kir. Li aliyekê welatî ketine coş heyecana pîrozbahiya Newrozê û bi lezûbez cilên xwe didin çêkirin, li aliyê din kargehên ku cilan çêdikin jî, ji ber ku karê wan baş bûye keyfxweş in.
Terzîvan Hisên Elî diyar kir ku, beriya Cejna Newrozê hejmara kesên ji bo çêkirina cilên netewî serî li wan didin zêde bûye, lewre ji bo ku pêdiviyan bicîh bînin, wan demjimêrên dema kar zêde kirine. Terzîkar Xalid Ockaxat jî da zanîn ku, tevî hemû rewşên jiyanê yên dijwar jî, gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo Cejna Newrozê cihekî girîng dide cilên netewî.
Jiina bi navê Peyman Mehmûd jî ku ew jî karê dirûtina cilan dike da zanîn ku, ji bo Cejna Newrozê hejmara jinên ku cilên netewî didin çêkirin pir zêde bûye.
EFRÎN
Li Efrînê û navçeyên wê jî heyecana Cejna Newrozê destpê kiriye. Welatî û esnaf kolanên bajêr û ber deriyên mal û dikarên xwe bi rengên kurdî dixemilînin. Ji şêniyên bajêr Ferîd Seîd diyar bilêv kir ku, Newroza îsal ji yên salên din cuda ye û anî ziman ku, ew dê bi rengên xwe û bi awayekî serbest cejna xwe pîroz bikin.
Li Navçeya Raco ya Efrînê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya amadekariyên Newrozê de komîte ava kirin û dest bi xebatan kirin. Komên çand û hunerê yên girêdayî Navenda Ciwanan jî rojane perwerdeyên amadekariyê dimeşînin.
Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Cindêrisa Efrînê jî di çarçoveya amadekariyan de komên zarok û yên muzîk û govendê perwerdedike.
DÊRIK
Li Dêrikê jî komên folklorê di çarçoveya amadekariyan de stran û dîlanên xwe amade dikin. Endamê Koma Botan Zêdan Şêx diyar kir ku, piraniya stranên wan netewî ne. Koma Roj a Dîlan jî pirovayên xwe yên govendê didomîne.