Li Rojava hîmê edaletê, lihevkirin e

Li Rojava hîmê edaletê, lihevkirin e

Li Rojava di atmosfera şer de avakirin xweseriya demokratîk didome, mekanîzmaya edaletê jî ji nû ve tê avakirin. Li aliyekî qanûnên nû yên li gorî civakê tên amadekirin û li aliyê din jî pergal tê avakirin.

Akademiya Edaletê, Wezareta Edaletê, Dadgehên Gel û komîteyên lihevkirinê, saziyên ku beriya pergala edaletê derketine.

AKADEMIYA EDALETÊ

Akademiya Edaletê, di pêşxistina kadroyên pergala hiqûq û amadekariya qanûnan de ji avabûn û  zemîna teorîk peywirdar in.

Rêveberiyên akademiyê, ji bo pergala edaletê ya ku hewl didin ava bikin gotin: “Em hewl didin pergaleke li gorî taybetiya civakê ava bikin. Me qada navneteweyî lêkolîn kir. Bi pêvajoya şoreşê re me xwe spart hêza xwe ya û civaka xwe û li ser vê pergala hiqûqê ava bikin. Hewl tê dayîn ku pergaleke hiqûqê ya her kes li ser li hev dike bê avakirin.

Piştî şoreşê, peywirdarên edliyeyê yên dema rejîmê, Rojava terk kirin û li ser vê peywir ket ser milê kesên ku parêzerî dikirin. Di dadgehan de beşeke mezin a peywirdaran parêzer in. Lê bêguman kesên ku pergala hiqûqê, pêvajoya darizandinê fêr kirine jî hene.

Di pergala darizandinê de 4 dadgeh ên wekê sulh, ceza, tenfîz û bilind hene.

KOMÎTEYA LIHEVKIRINÊ

Mekanîznameya herî balkêş a pergala edeletê ya li Rojava; komîteyên lihevkirinê ne. Ev sazî li hemû deran di nava malên gel de cih digirin. Saziya ku herî zêde kar û barê wê heye jî Komîteyên Lihevkirinê ne.

Sureyya Muhammed Hisên û Tarix Brahîm ku li Serêkaniyê di Komîteya Lihevkirinê de cih digirin, birêveçûna komîteyan vegotin.

Li gorî vegotinên Brahîm heta du sal berê ku hê Rejîma Esad li Serêkaniyê bû, komeke tên cem hev û biryar didin ku meclîsekê ava bikin. Pirsgirêkên gel guhdar dikin û çareseriyê dibînin. Lê ji ber tirsa rejîmê vê aşkera nakin. Bi şoreşê re xebat aşkera dibe û derbasî sazîbûnê dibe.

Li gorî vegotinên Hisên, di rojeva komîteyê de ji kuştinê heta pevçûnan her cureyê dozê tên. Lê bi giranî jî nelihevkirinên pere û mîrateyê tên.

Komên xebatê yên binî yên girêdayî komîteyê hene. Dema pirsgirêkêk der barê tenduristiyê de hebin dewrî komîteya binî ya doktoran dikin. Her du alî jî ji aliyê komîteyê ve tên guhdarkirin. Ger pirsgirêk li wir çareser nebe sewqî dadgehê tê kirin.

Dozên der barê cînayetê de di rojeva komîteya lihevkirinê de cih digire. Di vê mijarê de biryara dadgeha gel dide. Lê komîteya lihevkirinê jî tevlî pêvajoya darizandinê dibe û malbatan lihev tînin.

Tarix Brahîm der barê xebatan de got: “Bi dehan carî em malbatan ziyaret dikin. Carinan bi kesên zana re em serdanên xwe pêk tînin. Em gelek bi sebr in. Heta pirsgirêk çareser bibe hevdîtinên xwe em didomînin.”

Dema ku pirsgirêkek der barê jinan de bê rojeva komîteyê, Mala Jinan tevl3ı pêvajoyê dibe. Ger jin şîdet dîtibe ji aliyê Mala Jinan ve tê parastin.

Di bûyerên şîdetê de ji 6 mehan heta 3 salan ceza tê dayîn. Ger jin di dema înfaza cezayê de giliyê xwe şûnde bikişîne dê herî kêm 6 mehan di girtîgehê de bimîne. Ji ber ku şîdeta li dijî jinê hatiye kirin wekê li dijî hemû civakê hatiye kirin tê qebûlkirin.

Rêveberên Akademiya Edaletê, diyar dikin ku di komîteyên lihevkirinê de di mijara ku jin çawa mafên xwe biparêzin û xwe çawa biparêzin de agahiyan didin.

DADGEHA GEL

Yek ji saziyên din jî Dadgehên Gel in. 

Endamê Dadgeha Gel a Dêrikê Henne Îsa Henne jî beriya şoreşê betal bûye. Rewşa xwe wiha vegot: “Ji bo kar dîtinê divê em bibûna Baasî. Ez jî ne Baasî me.”

Her wiha Henne Suryanî ye.

Dadgeha Gel a Dêrikê, di sala 2011’an de ji bo ku pirsgirêkên di nava gel de çareser bikin hatiye avakirin. Dosyayê di komîteya lihevkirinê de nedihatin çareserkirin dihatin rojeva dadgehên gel.

Avahiya dadgehê, beriya şoreşê jî avahiya edliyeyê bûye. Lê bi şoreşê re salonên danişînê tên guhertin.  Heyeta Dadgehê êdî ne li jorî gumanbar û parêzeran e. Di salona danişînê de Quran û Încîl li gel hev cih digirin. Di rewşa sondxwarinê de  kesê bixwaze dikare destê xwe li pirtûka ku dixwaze bixe.

Yên ku li dadgeha gel dixebitin hemû ne parêzer in. Henne got: “Îla divê mirov ne parêzer bin. Armanc ev e ku pirsgirêkên her du aliyan çareser bibe. Qanûnên şîdetê li civakê dikin hene. Em wan naxwazin. Ji ber ku civak her tim ji qanûnan pêşdetirin.”

Di dadgehan de herî zêde pirsgirêkên aborî tên rojevê. Henne mînakek balkêş a dozê jî dide: Di dema Rejîmê de kesek ji Bakur tê û li Dêrikê zêran dikire. Lê zêrîn wî sexte derdikevin. Di dema Rejîmê de nayê dozê venake. Lê piştî şoreşê hat doz vekir û me pereyê wî peyda kir.”

Henne jî da zanîn ku esasê mekanîzmaya edaletê ne cezaye û got: “Armanc ev e ku em aliyan lihev bînin.”

Di bûyerên ku mirin hene de, armanc ev e ku civakê li dijî hesta tolgirtinê perwerde bikin.

Endamên Dadgeha Gel vî karî bi dildarî dikin. Tu endamek pere nagire.

REWŞA DI SÛCAN DE

Li gorî agahiyên ku wezareta Dadê daye, li Kantona Cizîrê di dozên dizî û cînayetê de kêmbûneke mezin mijara gotinê ye.

Endamê Dadgeha Gel Hene got: “Di dozên ereziyê de dozê 50 salî hatin çareserkirin. Me encamên serkeftî bidest xist.

Dozên zêde bûne jî yên desteberdanê ne.

Damezrînerên Akademiya Hiqûqê diyar kirin ku dozên destberdanê bi demokratîkbûn û encama guherîna hişmendiya jinê de zêde bûye, gotin ku ev vediguhere pirsgirêka malbatî. Di vê mijarê de hewl didin jin û mêr li hev bînin lê  dema hat fêmkirin ku li hev nayê sewqî dadgehê dikin.

Sibe: Li Dêrikê xizmetên şaredariyê