Li Rojava îro jiyan rawestiya
Li Rojava îro jiyan rawestiya
Li Rojava îro jiyan rawestiya
Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê, Efrîn, Tiltemir, Tirbespiyê, Kobanê û Hesekê bi sedhezaran kes bi armanca şermezarkirina komkujiya 12’ê Adarê û bîranîna qurbaniyên ku di serhildana li dijî komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, daketin kolanan. Di çalakiyên ku ji 7 salî heta 70 salî hemû beşên civakê tevlî bibûn de, balkişandin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 12’ê Adarê de destpê kiriye û wê li ser vê şopê têkoşînê bilind bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta 9’emîn salvegera komkujiya Qamişlo ku di 12’ê Adara sala 2004’an de ji aliyê rejîma Baas ve hatibû pêkanîn û serhildana li dijî komkujiyê îro jiyan rawestiya. Li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê ku duh êvarê agir û find hatin pêxistin, meş hatin lidarxistin, îro hemû derî, dikan û dibistan girtî bûn. Ji 7 salî heta 70 salî welatiyên kurd, ereb, suryanî û asurî tevlî meş û xwepêşandanên bîranînên yên ji aliyê Desteya Bilind a Kurd û TEV-DEM’ê ve hatibûn organîzekirin bûn.
QAMIŞLO
Çalakiya herî bi heybet li bajarê Qamişlo ku komkujî lê pêk hatibû, hate lidarxistin. Di saetên serê sibehê de bi deh hezaran welatî li ber Mizgefta Qasima hatin cem hev. Di çalakiya ku paçeyên reş ên ku wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser hebûn, her wiha alên kurdî hatin vekirin. Di çalakiyê de bênavber sloganên komkujiyê lanet dikin û serhildana 12’ê Adarê silav dikin, her wiha sloganên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tînin ziman hatin qîrîn.
Di çalakiya ku ji hemû beşên civakê bi dehezaran kes tevlî bûn de, malbatên qurbaniyên komkujiyê rêveberên Desteya Bilind, TEV-DEM, partiyên siyasî, meclîsên gel, sazî û dezgehên civakî jî amade bûn. Di çalakiya ku piranî jin tevlî bûn de dayikên li ser wesayîtên astengdaran hatibûn jî bal kişand.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê û merasîma leşkerî ya ji aliyê YPG’ê hate lidarxistin, destpê kir. Piştî rêzgirtinê yek ji fermandarên YPG’ê Şîlan Amûdê axaftinek kir û diyar kir ku damezirandina YPG’ê bersivek li hemberî komkujiya 12’ê Adarê ye û got ku ew şervanên 12’ê Adarê ne. Amudê, anî ziman ku ewê heta dawiyê parastina gelê xwe bikin û soza xwe ya di vê rê de dubare dikin.
Li ser navê TEV-DEM’ê jî Îsmaîl Dêrik axaftinek kir û bal kişand şoreşa îro li Rojavayê Kurdistanê tê jiyandin berdewama şoreşa 12’ê Adarê, şoreşa bakûr û başûrê Kurdistanê ye.
Li ser navê Yekîtiya Star jî Henîfe Mehemed axaftinek kir û li ser girîngiya yekîtiyê rawestiya.
Piştî merasîma li ser Mizgefta Qasimo, beşek ji girseya gel çû goristana li Taxa Qudurbeg a ku qurbaniyên komkujiyê lê hatine definkirin, beşek girseyê jî bi yekîneya YPG’ê re çû goristana li Taxa Hilêliyê û li vir merasîmek din lidar xist. Piştî merasîma girse heta Çerxerêya Qermutê meşiya û çalakiya xwe bidawî kir.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê di saetên serê sibehê de bi hezaran kes li Qada Şehîd Cîhad kom bûn. Bernameya li vir bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Mura Zoro axaftinek kir û soz da ku ewê heta dawiyê li ser şopa “Şehîdên 12’ê Adarê” bimeşin. Zoro, destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên tunekirinê û komkujiyan yekîtiya kurdan rêbaza çareseriyê ye.
Endamê Tevgera 12’ê Adarê Behced Hecî Qasim jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser rihê yekîtiyê ya 12’ê Adarê. Hecî Qasim, destnîşan kir ku di encama vê yekîtiyê de siyaseta rejîma Baas vala hatiye derxistin û banga pêşvebirina yekîtiyê kir.
Piştî axaftinan bi hezaran kesan bi sloganan dest bi meşê kir. Di meşa ku wêneyên qurbaniyên 12’ê Adarê hatibûn hilgirtin de, nûnerên gelek sazî û partiyan jî amade bûn. Piştî meşa ku li Çerxerêya Hesekê bidawî bû, bi sedan kes bi karwanekî wesayîtan çûn gundê Merkebê yê gora qurbaniyekî 12’ê Adarê ku wê demê leşkerê Sûriyeyê bû, lê hatiye veşartin û gor ziyaret kir.
EFRÎN
Li Navçeya Cindêris a Efrînê bi sedan kes li ber Mala Gel kom bûn û deqeyek rêz girtin. Di merasîma ku rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyan jî amade bûn de Serokê Meclîsa Gel a Cindêris Xelîl Ebas axivî û got ku berxwedana gelê kurd sîyaseta dijminên kurdan vala derxistiye.
Her wiha li navçeyên Cindirês û Şiyê yên Efrînê jî duh êvarê ji aliyê TEV-DEM’ê ve civînên gel hatin lidarxistin.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê bi dehezaran kes saet di 11.00’an de li Meydana Azadiyê kom bûn. Girseyê ji vir heta goristana bajêr a ku 2 qurbaniyên komkujiyê lê hatibûn definkirin, meşiya. Piştî meşê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîma ku welatiyên ereb, suryanî û aşûrî her wiha rêveberên partî û saziyên sivîl jî beşdar bibûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de endamê Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Omer Resul axaftinek kir û diyar kir ku û berxedana 12’ê Adarê silav kir û qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.
Piştre Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah axivî û got meşa ku îro hatiye lidarxistin yekîtiya gelê kurd nîşan dide. Asya Ebdullah, destnîşan kir ku hêza gelê kurd heye ku li dijî siyasetên tunekirinê liberxwe bide. Ebdullah da zanîn ku serhildana 12’ê Adarê û şoreşa îro jî ev nîşanî hemû cîhanê daye.
Li ser navê malbatên “Şehîdên 12’ê Adarê” Hesen Nûrî jî axivî û got, “Şehîdên me bi xwîna xwe rêya me ronî kirine. Em soz didin ku emê heta dawiyê li ser şopa wan bin.”
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranînê 2 merasîm hatin lidarxistin. Merasîma destpêkê di saetên serê sibehê de ji aliyê Tugaya Şahîd Goran ve hate lidarxistin. Di merasîma leşkerî de Fermandarê Tugayê Kajîn axivî û diyar kir ku ewê destûrê nedin ku êdî tu kes komkujiyên wiha pêk bînin.
Merasîma duyem jî li ber Mala Gel destpê kir. Bi hezaran kesên ku ji navenda bajêr û gundan hatibûn alên kurdî û wêneyên “Şehîdên 12’ê Adarê” hilgirtin. Her wiha sloganên ku komkujiyê şermezar dikin û serhildana 12’ê Adarê silav dikin hatin berzkirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê bi hezar kesan ku di nava wan de welatiyên Suryanî, rêveberên partiyan û saziyên civakî jî hebûn, dest bi meşê kir. Meşa di nava kolanên bajêr de dom kir, li Qada Şehîdan bidawî bû.
Piştî meşê bi navê Suryaniyan Îshak Ebdo axaftinek kir û piştgiriya xwe ya serhildanê anî ziman. Ebdo, anî ziman ku wan îro ji bo bîranînê dibistanên xwe yên taybet jî girtine û tevlî merasîmê bûne. Endamê TEV-DEM’ê Hozan Elî jî komkujî şermezar kir û anî ziman gelê kurd di 12’ê Adarê de yekîtiya xwe nîşan daye.
Di merasîmê her wiha peyamên Partiya Çep a Kurd, Saziya Zimanê Kurdî, Tevgera Ciwanên Şoreşger jî hatin xwendin. Merasîm piştî peyaman bidawî bû.
Li aliyê din endamên ENKS’ê xwestin li ber Mizgefta Hecî Sultan meşekê lidar bixin, lê ji ber ku di nava wan de alozî derket, meş pêk nehat.
GIRKÊ LEGÊ
Li Girkê Legê bi hezaran welatiyên ji herêmên Rimêlan, Aliyan û navenda bajêr hatibûn li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Girseya ku rêveberên Desteya Bilind, TEV-DEM, Partiya Pêşverû û Partiya Komunist, saziyên civakî jî di navde hebûn, ji vir heta Asayîşa Rimêlan meşiyan.
Piştî meşa ku sloganên bîranînê hatin berzkirin, Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Ehmet Mele Hisên axivî û diyar kir ku gelê kurd di 12’ê Adarê de polîtîkayên înkarê qebûl nekiriye û serî hildaye. Endamê TEV-DEM’ê Hesen Koçer jî diyar kir ku gelê kurd tovê şoreşê di 12’ê Adarê de avêtiye û di 19’ê Tîrmehê de jî berhema wê kom kiriye.
Di vê navberê de ber bi dawiya merasîmê ve, hinek endamên Partiya Azadî (Ya Mustefa Cuma) û El Partî (ya Ebdulhekîm Beşar) xwestin ku tevlîheviyan derxînîn, lê hêzên asayîşê mudaxele kirin û 5 kes ji wan binçav kirin.
TILTEMIR
Bernameya li Tiltemir ji aliyê Desteya Bilind ve hate organîzekirin. Bi mebesta biranîna 12’ê Adarê li civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Ebdulkerîm Ebdo axivî û got ku di vê dema ku komên çekdar dixwazin di navbera pêkhateyên herêmê de aloziyan derxînin, divê gelê kurd yekîtiya xwe xurtir bike.
Serokê Meclîsa ENKS’ê Ednan Micwel jî axivî û got ku serhildana Qamişloyê dîwarê bêdengiya gelê kurd şikandiye. Endama Yekîtiya Star Çinar Salih Yusuf jî destnîşan kir ku şoreşa niha li Rojavayê Kurdistanê didome, di 12’ê Adara 2004’an de destpê kiriye.
TIRBESIPIYÊ
Bi hezaran kes daketina bajêr hatin cem hev û 5 deqe rêz girtin. Piştî rêzgirtinê girseyê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên ku berxwedana 12’ê Adarê silav dikin û qurbaniyên komkujiyê bibîr tinîn hatin berzkirin.
Piştî meşa ku welatiyên ereb, rêveberên Desteya Bilind û partiyên siyasî jî tevlî bûn, Endama Desteya Bilind Şehnaz Yusuf axivî. Yusuf got ku ev roj roja azadiyê ye û banga bilindkirina têkoşînê kir.
Li ser navê Komîteya Niştimanî ya Ereban Mehmud Ebas jî axivî û berxwedana gelê kurd, li hemû gelên Sûriyeyê silav kir. Ebas, anî ziman ku serhildana 12’ê Adarê li dijî rejîma Baas pêk hatiye û şoreşa îro li Sûriyeyê pêk tê jî berdewama berxwedana şehîdên wê demê ye. Ebas, anî ziman ku doza biratiya gelan wê bibe mîsogeriya aramiya herêmê û banga yekîtiyê kir.
Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Nuredîn Şakir jî axivî û ji ber tevlîbûna gelên bajêr spasiya xwe pêşkêş kir. Her wiha peyamên ENKS, Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekaran, Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Xwendekaran peyam hatin xwendin.
Li aliyê din di merasîmê de qada ku meş lê bidawî bû, wekî “Qada Şehîd Nejbîr” hate binavkirin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê ku di 12’ê Adara 2004’an de serhildana mezin çêbibû û di demên dawî de jî berxwedanek mezin lê hate nîşandan, bi sedan tevlî merasîma bîranînê bû. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Fermandarê Tugaya Şehîd Erdal a YPG’ê Cimşîd Osman axivî û diyar kir ku ew ê wekî YPG’ê heta dawiyê ji bo parastina gelên herêmê têbikoşin.
Li ser navê PYD’ê Ciwan Mistefa jî destnîşan kir ku berxwedana Serêkaniyê bersiva hewldanên hêzên ku dixwazin bi aramiya herêmê bilîzin bû. Li ser navê Partiya Pêşverû Ebdulvahap Qasimê jî got ku berxwedana li Serêkaniyê silav kir û got ku ewê wekî Partiya Pêşverû hate dawiyê piştgiriyê bidin YPG’ê. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulrezak Ehmed Elo jî di axaftina xwe de berxwedana 12’ê Adarê silav kir.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê jî bi hezeran kes li Meydana Şehîd Dilbirîn a li Taxa Nasra hatin cem û ber bi Taxa Tilhecar ve meşiyan. Meşa ku sloganên serhildana 12’ê Adarê silav dikin û qurbaniyên komkujiyê bibîr tinîn hatin berzkirin, li Taxa Tilhecer bidawî bû. Di merasîma ku nûnerên gelek partî û saziyan jî tevlî bûn de axaftin hatin kirin û li ser berxwedana gelê kurd hate rawestîn.
Li bajarên Efrîn û Kobanê jî bi hezaran kesan meş lidar xistin û komkujiya 12’ê Adarê şermezar kirin. Her wiha serhildana gelê kurd silav kirin.