Li Rojava kampa duyemîn a penaberan: Rûbarî
Li Rojava kampa duyemîn a penaberan: Rûbarî
Li Rojava kampa duyemîn a penaberan: Rûbarî
Li dû kampa penaberan a Newroz a li bajarê Dêrikê, xebatên çêkirina kampa duyemîn a li Rojava li ber qedandinê ye. Kamp bi derfetên rêveberiya kantona Efrînê û gel tê çêkirin û tê payîn ku nêzî 30 hezar kes lê werin bicihkirin.
Li dû kampa penaberan a Newrozê ku par li kantona Cizîrê hat çêkirin û piştî koça bi deh hezaran Şengaliyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin, xebatên ji bo çêkirina kampa duyemîna herî mezin a Rojava, li ber qedandinê ye. Kampa bi navê Rûbarî ya li Efrînê tê çêkirin, wê di rojên pêş de bê vekirin.
Kampa ku ji aliyê Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ve tê çêkirin, li nêzî gundê Basilê yê ser bi nahiya Efrîn Şêrawa tê avakirin. Endamê Komîteya Avakirina Kampê Fevzî Silêman da xuyakirin ku xebatên wan ên çêkirinê li ber qedandinê ne û anî ziman ku ji bo çêkirina kampê ti rêxistin û saziyên navneteweyî nemane ku wan serî li wan nedane. Silêman ragihand ku heta niha bi tenê ji du saziyên biçûk bersiv ji wan re hatiye û alîkariya bi 200 konan ji wan re hatiye dayîn. Sileman da zanîn ku nêzî 600 hezar kesî koçî Efrînê kirien û got, "Li her cihê Efrînê koçberî heye. Herî zêde jî ji Helebê. Ji Helebê nêzî sê sed hezar mirovî koçî Efrînê kirine. Lê belê ev koça ber bi Efrînê koçeke veşartî ye. Ji ber ku piraniya kesên ji Helebê koç kirine ji Efrînê ne û hatin li cem xizmên xwe bicih bûn. Ji ber vê yekê Kantona Efrînê weke kampeke koçberan a veşartî ma."
YÊN KOÇ KIRIN NE TENÊ KURD BÛN
Silêman da xuyakirin ku koçberiya ber bi Kantona Efrînê bi tenê ji Kurdan pêk nayê û anî ziman ku ji bajarên cuda yên Sûriyeyê jî mirovan koçî herêma wan kirine. Silêman diyar kir ku di nav du salên dawî de ji Heleb û navçeyên wê Bab, Jerablus, Ezaz, ji Hamas, Hûmûs, Idlîp û navçeya Selamiyê gelek kesî koçî Efrînê kirine û axaftina xwe wiha dewam mkir: "Rewşa ewle û aram a li kantona me, piştî Kurdan ji aliyê mirovên li bajarên cuda yên Sûriyeyê dijîn ve jî hat dîtin. Lewma bi hezaran malbatan, ji jiyana ji ber êrîşên çeteyan û neewlehiya bajarên xwe koç kirin. Di nava sê mehên dawî de ji Hama, Hûmûs, Idlîp, Selamiyê, ji gundên Exterîn, Dudyan, Tel Şehîr, Tirkmen Bereh û Çobanbey ên Ezazê bi sedan malbat hatin. Bi tenê ji gundên Exterîn, Dudyan, Erşaf, Tirkmen Bereh, Teş Şehîrê nêzî 600 malbat hatin. Me tespît kirin ku ji Hama, Hûmûs, Idlîp, Selamiyê û Babê jî 200 malbatan kon vedane û dijîn. Van malbatan li qada pîrozbahiyên Newrozê lê tê lidarxistin kon vedan û dijîn. Her wiha malbatên li kolanan dimînin jî hene. Ev du sal in em dibêjin ji bo van mirovan em dixwazin kampekê ava bikin û alîkariyê dixwazin. Me serî li gelek sazî û dezgehên navneteweyî dan. Lê belê heta niha ji bilî çend saziyên biçûk bersiveke erênî ji me re nehatiye dayîn. Em nikarin van mirovan li naverastê bihêlin. Ji ber vê yekê weke Rêeberiya Xweser a Kantonê me biryar dan bi derfetên xwe kampekê ava bikin. Ev nêzî hefteyeke ji bo temamkirina xebatên kampê em kar dikin."
BI DEH HEZARAN PENABER TÊN PAYÎN
Silêman ragihand ku wan bi du sed konên di destê xwe de dest bi çêkirina kampê kirine û xebatên wan li ber qedandinê ye. Silêman anî ziman ku ew dixwazin deh hezaran mirovî li vê kampê bicih bikin û diyar kir ku weke gava destpêkê dixwazin mirovên cihê mayînê nîne û li dibistanan bicih bûne bînin kampê. Silêman got, "Me bi derfetên kêm destpê kirin. Ji ber ku em bi derfetên xwe ava dikin vê kampê. Lewma me bi 200 konên li gel xwe dest bi vî karî kirin. Me cihê kampê sererast kirin. Ev du roj in bi gundiyên li nahiya Şêrawa civiyane, em konan vedidin. Dema vedana kon qediya, em ê dest bi bicihkirina gel li kampê bikin."
Silêman da zanîn ku krîza li Sûriyeyê dewam dike, lewma koça ber bi bajarên Rojava jî wê dewam bike û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê komîseriya bilind a penaberan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên însanî yên navneteweyî destê alîkariyê dirêjî wan bike.