Li Rojava kampaniya dana xwînê hate destpê kirin
Li Rojava kampaniya dana xwînê hate destpê kirin
Li Rojava kampaniya dana xwînê hate destpê kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) li bajarê Amûdê kampaniya tomar kirina grûpên xwînê dan dest pêkirin.
Bi armanca piştgirya Yekîneyên parastina Gel (YPG), Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li bajarê Amûdê kampaniya tomar kirina grûpên xwîn danê dest pêkirin. Bi dehan welatiyên bajêr serî li navenda dana xwînê dan û grûpa xwînê, nav, navnîşan û hijmara telefonên xwe tomar kirin, da ku di demên pêwîst de bikaribin xwînê bidin.
Endama KXKW'ê Lorîn Faris diyar kir ku wan bi armanca piştgiriya şervanên YPG'ê bikin ev kampanya dane destpêkirin.
Endamê Tegera Ciwanên Şoreşger Egîd Mihemed jî da zanîn ku, pêwîste hemû ciwan bi her awayî piştgiriya YPG'ê bikin.