Li Rojava komploya 9'ê Cotmehê hat şermezar kirin

Li Rojava komploya 9'ê Cotmehê hat şermezar kirin

 Tevgera Ciwanên Şoreşger li Til Temir û Hesekê bi civînan komploya 9’ê Cotmehê ku di sala 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Şorşger li Hesekê bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê civîn lidarxist. Civîn li navenda Ciwanên Şorşger a li Taxa Kelasê bi rêzgirtinê destpê kir. Pişt re Endamên Tevgera Ciwanên Şorşger Botan Mûsa axivî û komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir. Mûsa bang li jin û ciwanan kir da ku ji bo têkbirina komployê bi rihê berxwedanê tevbigerin.

Di civînê de li ser navê Yekîtiya Star Hêlîn Hesekê jî axivî û komploger şermezar kirin. Hêlîn Hesekê ji ciwanan xwest ku bi rihê berxwedanê û têkoşîna azadiyê tevbigerin da ku komployê bê bandor bikin. Hêlîn Hesekê destnîşan kir ku gelê kurd dê bi bawerî li ser xet û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berxwedana xwe bidomîne.

Di civînê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mihemed Dêrik jî axivî û komplo şermezar kir. Dêrik da zanîn ku komplo di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de li dijî hemû gelê kurd pêk hatiye.

Di dawiya civînê de sinîvzyona ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên kevin hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Bi heman  armancê Tevgera Ciwanên Şorşger li bajaroka Til Temirjî civîn lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan ciwanan li ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Cûdî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a Ciwanên Şoreşger Engîn Dêrik axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Dêrik, da zanîn ku ciwanan bi xebat û berxwedana xwe komplo pûç kiriye.

Piştî axaftinê sînevîzyon hate pêşandan.